Mesrûr Barzanî: Pêdiviya Helebceyê bi xizmetên zêdetir heye

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Komkujiya Helebceyê Sedam Husên Rejima Beasê Enfal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 37emîn salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de got, "Pêdiviya Helebceyê bi xizmetên zêdetir heye.”

 Mesrûr Barzanî eşkere kir ku di paşerojê de, ew dê zêdetir û baştir xizmetê bidin Helebceyê bikin.

Roja 16ê Adara 1988an, hikûmeta wê demê ya Îraqê bi çekên kîmyawî êrişî Helebceyê kir.

Bi wê sedemê herî kêm 5 hezar welatî şehîd bûn, beşek ji xelkê jî ji ber bandora çekên kîmyawî rastî nexweşiyên curbicur hatin û heta niha jî şopa nexweşiyan li ser wan maye.

Mesrûr Barzanî di 37 saliya Komkujiya Helebceyê de peyamek belav kir û got:

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî erkê xwe yê sereke dibîne ku xizmeteke bi rûmet pêşkêşî xelkê Helebceyê û qurbaniyên din ên jenosîda gelê Kurdistanê bike.

Di salên borî de, çendîn projeyên xizmetguzariyê di warên curbicur de li parêzgeha Helebceyê pêk anîne lê em dizanin jî ku Helebce pêdivî bi xizmetên zêdetir heye.

Ji vî aliyê ve, em niştecihên birêz û qurbanîdayî yên parêzgeha Helebceyê dilniya dikin ku di paşerojê de jî, em dê zêdetir û baştir xizmetê bidin wê herêmê."

Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Îraqê xwest ku êdî xemasariyê li hemberî qurbanîdanên Helebceyê neyê kirin û bi şêweyekî hêja, qerebukirinê bikin û statuya wê ya bi parêzgehbûnê di demeke nêz de bipejirînin.

Sala 2013an serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, projeyasaya bi parêzgehbûna Helebceyê pêşkêşî serokwezîrê wê demê yê Îraqê Nûrî Malikî kir û di Encûmena Wezîran de hate pejirandin.

10 sal paşê û di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de, projeyasayeke çar madeyî şand Parlamentoya Îraqê û di rûniştinekê de bi serokatiya Şaxewan Ebdulla, xwendina yekem jê re hate kirin lê ji ber dijayetiya aliyên Îraqî, dengdan li ser projeyasayê çend caran hate paşxistin.

Her çiqas Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 13-03-2014an ve biryara bi parêzgehbûna Helebceyê derxistiye lê astengiyên Îraqê bûne sedem ku çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê bê naskirina Bexdayê û budceya taybet bimîne.

Îsal di salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de, hikûmeta Îraqê ji bo cara yekem 16ê Adarê kir betlaneya fermî lê ew jî di bin navê "Salvegera sûcên Beasê li dijî gelê Îraqê" ku ji bilî kîmyabarana Helebceyê, Enfal, serhildana Şîeyan, armanckirina partiyên wan û terora zanayên ayînî yên Şîe jî tê de cih digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst