Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê doh çû Tirkiyeyê û paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) mijareke girîng a rojeva hevdîtinan bû.
Şandeyeke Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê piştî derdora 40 rojî ji rûxina desthilata Beşar Esed cara ewil çû Tirkiyeyê.
Şandeyeke Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ji Wezîrê Karên Derve Esed Hesen Şeybanî, Wezîrê Parastinê Merhef Ebu Qesra û Serokê Giştî yê Îstixbareta Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Enes Xetab pêk hat.
Şandeya Sûriyeyê destpêkê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Pişt re li gel hevtayên xwe yên Tirkiyeyê civîneke krîtîk li dar xistin.
Paşeroja HSD, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yek ji mijarên sereke yên li ser maseya Şam û Enqereyê bû.
“Em dixwazin di warê leşkerî û zanyariyên îstixbaratî de bibin alîkar”
Wêzîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan amaje bi wê yekê kir ku "cihê PKK û YPGyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nîne" û got:
“Em ji rijdbûna birêvebiriya nû ya ji bo rûbirûbûna terorê kêfxweş in. Niha divê ev yek bibe kiryar.
Di rûbirûbûna terorê de li gel welatên sêyem tecrûbeyeke me ya girîng heye.
Em dixwazin bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê jî hevkariyêke wiha ava bikin.
Ji parvekirina zanyariyên îstixbaratî heta pêşvebirina şiyana leşkerî em amade ne derfetên xwe yên di vî warî de bi kar bînin.”
“Niha ti hincet nema ji bo hebûna HSDyê”
Esed Hesen Şeybanî jî tekezî li ser yekitiya axa welatê xwe kir û got:
“Bê guman nabe HSD ji dewleta cîran, bira û dosta me re bibe gef û em vê yekê napejirînin.
Niha jî ti hincet nema ji bo hebûna HSDyê bi vî awayê cudakar li bakur rojhilatê Sûriyeyê.
Divê em ji bo vegerandina eşîrên ereban û herêmê ji bo hikûmeta navendî kar bikin.
Herêma bakurrojhilatê Sûriyeyê perçeyek e ku ji Sûriyeyê nayê veqetandin û em napejirînin ku ti dever an ji ti bosta axa Sûriyeyê li derveyî kontrola hikûmeta navendî ya li Şamê bimîne."
Yek ji daxwazên Enqereyê ew e ku "şervanên biyanî" yên di nav refên HSDyê de ji Rojavayê Kurdistanê bi temamî derkevin, HSD çekên xwe radestî hikumeta nû ya Sûriyeyê bike.
Lê Fîdan çend roj berê ragihand ku ew derbarê vê daxwazê ti amadehiyan nabînîn û wekî gef got ku bijaredeya operasyonê li ber destê wan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse