Îran daxwaza bihayê petrolê ji Sûriyê dike

16-01-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya The Wall Street Journal aşkere kiriye ku hikûmeta Îranê nirxê petrola ku hinardeyî Sûriyê dike biha kiriye.

Li gor rojnameya navborî, berpirsên Îranî hevtayên xwe yên Sûrî agahdar kirine ku divê Sûriye pereyên zêde li hember barê petrola Îranê bide.

Rojnameyê diyar kiriye ku nirxê bermîla petrolê 2 qat hatiye zêdekirin û nêzîkî nirxê bazarê, wate 70 dolarî bûye.

Herwiha Îranê daxwaz kiriye ku pereyên petrolê pêşwext bên dayîn û êdî petrol bi deyn bo Sûriyê nayê şandin.

Ev biryara Îranê dê bandoreke zêde li kirîza sotemeniyê li Sûriyê bike, ji ber %50ê pêdiviyên Sûriyê di warê sotemeniyê de ji Îranê tên dabînkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst