Îsraîl: Me midaxeleyî Sûriyeyê nekir

Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Herzî Halevî  got, "Me midaxeleyî pêşhatên li Sûriyeyê nekir, niyeta me ya birêvebirina Sûriyeyê nîne.”

Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Herzî Halevî li ser êrişên Îsraîlê yên piştî rûxîna rejîma Beşar Esad ên li Sûriyeyê daxuyanî da.

Haleviyê ku çû serdana leşkerên xwe yên ku li ser Girên Golanê bi cih bûne.

Herzî Halevî destnîşan kir ku Îsraîl rasterast di pêşhatên li Sûriyeyê de cih negirtiye û ji bo ewlehiya welatiyên Îsraîlê li herêmê çalakiyên xwe yên leşkerî pêk tîne.

“Niyeta me ya birêvebirina Sûriyeyê nîne”

Halevî bi leşkerên li ser Girên Golanê re axivî derbarê stratejiya Îsraîlê ya li Sûriyeyê de daxuyanî da:

“Me rasterast midaxeleyî pêşhatên li Sûriyeyê nekiriye.

Armanca me ne birêvebirina Sûriyeyê ye lê em hest bi berpirsyariya tehdîdên ku li herêmê çêdibin dikin.”

Halevî çalakiyên artêşa Îsraîlê yên li ser sînorê Sûriyeyê wekî gavên “profesyonel û rast nirxand” û destnîşan kir ku ev tevger ji bo ku komên radîkal ên li herêmê li ser xeta sînor bi cih nebin hatiye kirin.

“Em ji bo ewlehiya sînor bi pêş de çûn”

Sererkanê bal kişand ser valahiya ewlehiyê ya piştî rûxîna artêşa Sûriyeyê û got:

“Bi salan e li vir welatekî dijmin hebû û artêşa vî welatî hilweşiyaye.

Ji bo pêşî li metirsiya niştecihbûna komên terorîst ên li ser sînorê me were girtin ku dixwazin vê valahiyê tijî bikin, em bi pêş de diçin.”

Halevî destnîşan kir ku Îsraîl bi van gavan tenê parastina sînorên xwe dike û anî ziman:

“Terorîstên radîkal bi saya hewldanên me dê nikaribin li herêmên nêzîkî sînor bi cih bibin.”