KURDISTAN – Soba daran teqiya 7 kes birîndar bûn

Koyê (Rûdaw) –  Li gundê Gurze yê bajarokê Dêgele ya ser bi navçeya Koyê, ji ber teqîna sobeya daran 7 hemwelatî birîndar bûn. Rêveberê Polîsên Koyê jî da zanîn, ji ber giraniya birînan 5 birîndar şandine nexweşxaneyên Hewlêrê.

 

Li gundê Gurze yê bajarokê Dêgele ya ser bi navçeya Koyê ya Hewlêrê, sobeya daran teqiya.

 





Rêveberê Polîsên Koyê Şoreş Kake ji Rûdawê re ragihand: “Bûyer demjimêr 03:30ê destê sibê ya roja Înê 15-12-2017, qewimî û di encamê de 5 jê giran, 7 hemwelatî birîndar bûn. 2 ji wan birîndaran mêhvanên male bûne.”

 

Şoreş Kake da xuyakirin, ku ji ber giraniya birînan 5 birîndar şandine Nexweşxaneya Emergency ya Hewlêrê û herdu birîndarên din jî li Koyê tên çareserkirin.

 

Kake da zanîn, ku dema sobe teqiye di odeyê de çek û teqemenî jî hebûye û ji ber vê ziyaneke mezin bi mal jî ketiye.

 




(N.S)