Neteweyên Yekbûyî: Gefa DAIŞ û El Qaîdeyê berfireh dibe

15-11-2024
RÛDAW
Civîna Neteweyên Yekbûyî ya li ser terorê \ Wêne: AFP
Civîna Neteweyên Yekbûyî ya li ser terorê \ Wêne: AFP
Nîşan Neteweyên Yekbûyî (NY) DAIŞ EL Qaîde Îraq Sûriye Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Komîteya Rûbirûbûna Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vanessa Frazierê diyar kir ku DAIŞ û El Qaîde dikarin serî hildin û metirsiya her du rêxistinan berfireh dibe.

Li gorî gotina Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) DAIŞê sala 2023yan berpirsyariya 121 êrişên li Îraq û Sûriyeyê li xwe girtiye.

Li aliyê din, li gorî raporan DAIŞê di 6 mehên despêkê yên îsal de berpirsiyariya 153 êrişan li xwe girtiye.

Rapor behsa wê yekê dikin ku DAIŞ û El Qaîde bi rêya teknolojiyê êrişên xwe zêdetir dikin û medyayê jî bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ya ku bi serperiştiya Amerîkayê sala 2014an de hatibû avakirin dê Îlona 2025an bi dawî bibe.

Koalîsyon piştî Îlona 2025an dê bes şêwirmendiya hevpeymanên xwe yên li Îraq û Sûriyeyê bike.

CENTCOM bi taybetî li Îraq û Sûriyeyê hişyariyan dide.

“DAIŞê xwe bi rêxistin kiriye”

Vanessa Frazierê li ser metirsî û zêdebûna êrişên DAIŞê wiha got:

“Gefên DAIŞ û El Qaîdeyê li Îraq û Sûriyeyê bi berdewamî berfireh dibin û bi berdewamî êrişên xwe yên terorîstî pêk tînîn.

DAIŞê tevî rûxîna xilafeta xwe û wî şerê xwînawî yê li hemberî wê dîsa jî xwe bi rêxistin kiriye.”

Li gorî raporên li ser rêxistinên terorê, li Îraq û Sûriyeyê metirsiya serîhildana DAIŞê gelekî zêde bûye.

Endamê Komîteya Rûbirûbûna Terorê Amar Bendjama jî li ser metirsiya rêxistinên terorê wiha got:

“Bikaranîna teknolojiyaya bipêşketî ji aliyê grûpên terorîst ve zêde bûye.

Rêxistinên terorê pêwendiyên bi şifre û heta diravên elektronîk bi kar tînîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst