Erdogan ji Îsraîlê re gotibû ‘dewleteke terorê ye’: Netanyahu bersiveke tund da
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê bertekeke tund nîşanî gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê yên “Îsraîl dewleteke terorê ye” da.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştgiriya Erdogan a ji Hemasê re anî ziman û got, “Em dê ji wî dersê negirin.”
Berdevkê Netanyahu, Ofir Gendelman gotinên Netanyahu li ser hesabê xwe yê Xyê parve kirin:
“Hêzên ku piştgiriya terorê dikin hene: Yek ji wan jî serokê Tirkiyeyê Erdogan e.
Erdogan Îsraîlê wekî dewleteke terorê bi nav dike lê piştgiriya çalakiyên terorîstî yên Hemasê dike.
Wî gundên Tirkiyeyê bombebaran kirin. Em dê ji wî dersê negirin.”
PM Netanyahu: "there are forces that support the terrorists. And one of them is Turkish President Erdogan, who calls Israel a terrorist state, but actually supports the terror state of Hamas.
— Ofir Gendelman (@ofirgendelman) November 15, 2023
He has himself bombed Turkish villages. We're not going to take any lectures from him".
Li aliyê din di dîmenên ku li ser tora civakî bi logoya Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmeta Îsraîlê hatine parvekirin de tê dîtin ku Netanyahu di axaftina xwe ya bi rayedaran re wan gotinan dike.
1/2 Netanyahu réagit aux propos d'Erdogan : « Il soutient l'État terroriste du Hamas, alors qu'il a lui-même bombardé des villages turcs » . pic.twitter.com/3QVs7zHDSb
— 0404Informations (@0Informations) November 15, 2023
Erdogan çi gotibû?
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe ya îro de got:
“Rêveberiya Îsraîlê li dijî zarok, jin û sivîlên Xezeyê êrişên herî xiyanetkar ên dîroka mirovahiyê pêk tîne. Îsraîl dewleteke terorê ye.
Erdogan gotibû, “Hûn Hemasê wek rêxistina terorê bi nav dikin, Hemas partiyeke siyasî ye ku li Filistînê ketiye hilbijartinan û bi ser ketiye.”