Wezîrê Ragihandinê yê Kosta Rîkayê ji Rûdawê re: Divê em hevahengiya xwe û Îraqê zêde bikin

Hewlêr (Rûdaw) –  Wezîrê Ragihandinê yê Kosta Rîkayê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Divê em di mijara guherîna avhewayê de hevahengiya xwe û Îraqê zêde bikin.”

Kongreya Medyayê ya Cîhanî ya 2023yan li Ebû Dabiya paytexta Îmaratên Erebiyê bi rê ve diçe.

Tora Medyayî ya Rûdawê di kongreyê de cihê xwe digire û kongreya ku doh dest pê kir dê sibe bi dawî bibe.

Ji seranserê cîhanê rojnameger, rayedar û pisporên medyayê beşdarî kongreyê dibin.

Wezîrê Ragihandinê yê Kosta Rîkayê Jorge Rodriguez Vivez jî yek ji beşdarên kongreyê ye.

“Guherîne avhewayê ji bo tevê cîhanê pirsgirêk e”

Rodriguez Vivez, ji Tora Medyayî ya Rûdawê behsa girîngiya kongreyê kir û anî zimên:

“Divê welatên ku beşdarî kongreyê dibin, tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin û vê yekê jî bi taybetî di mijara guherîne avhewayê de bikin.

Divê civaka navdewletî li hemberî pirsgirêka guherîne avhewayê bi awayekî çalak têbikoşe. Guherîne avhewayê ji bo tevê cîhanê, bi taybetî jî ji bo welatên li Rojhilata Navîn pirsgirêk e.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Kosta Rîka yek ji wan welatan e ku guherîna avhewayê bandoreke gelekî xerab li aboriya wan kiriye.

Ji sedî 77ê welatiyên Kosta Rîkayê û ji sedî 80yê berhemên wê yên çandiniyê rûbirûyî metirsiyên guherîna avhewayê yên wekî lehî û bahozê ne.

Wezîrê Ragihandinê yê Kosta Rîkayê Jorge Rodriguez Vivez, ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê behsa girîngiya hevkariyê kir û pê de çû:

“Ji bo em karibin ji pirsgirêka guherîna avhewayê re rêyeke bibînin divê em hevahengiya xwe ya bi welatên wekî Îraqê û welatên Rojhilata Navîn re zêde bikin.

Em dikarin vê yekê bi dubarekirina pratîkên baş ên welatên wekî Kosta Rîka û welatên din ên cihanê bikin.

Ji ber vê yekê girîng e ku hemû welat tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin. Ev, ji bo paşeroja me rêbazeke baş e.”

Şêwirmenda Medyayê ya Serokkomarê Sirbistanê Susanna Vazilevic jî ji Rûdawê re axivî.

Susanna Vazilevicê da zanîn ku di vê kongreyê de gelek mijarên girîng ên wekî guherîna avhewayê tên gotûbêjkirin.

“Divê em pratîkên erênî parve bikin”

Susanna Vazilevicê jî behsa girîngiya hevkariyê kir û got:

“Divê em pratîkên erênî yên welatên ku guherîna avhewayê bandor li wan kiriye parve bikin çimkî ji wan welatan gelek kes beşdarî kongreyê bûne.”

Tora Medyayî ya Rûdawê beşdar e

Li aliyê din, zêdetirî 170 rêvebir û CEOyên ajansên cîhanê dê di panelên cuda de li ser gelek mijaran biaxivin.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed dê roja dawî ya kongreyê, di panelekê de gotara xwe ya bi sernavê “Şêwazên Dahatê yên Berxwedêr di Serdema Dîjîtal de: Diyarkirina Nexşerêyeke Serkeftinê” pêşkêş bike.