Gelo dê Îsraîl ji bejahiyê ve êrişî Xezeyê bike?

15-10-2023
RÛDAW
Gelo dê Îsraîl ji bejahiyê ve êrişî Xezeyê bike?
Gelo dê Îsraîl ji bejahiyê ve êrişî Xezeyê bike?
Nîşan Îsraîl Xeze Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê amadehiya xwe kiriye û dema êrişa bejahî ya Îsraîlê li Xezeyê nêzîk dibe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, çû serdana serbazên welatê xwe yên li çeperên başûr.

Artêşa Îsraîlê ji milyonek û 100 hezar şêniyên bakurê Xezeyê kiribû ku berî demjimêr 16:00ê roja şemiyê, malên xwe vala bikin û biçin başûrê Xezeyê.

Karwaneke sivîlan ber bi başûrê Xezeyê ve diçe ku rê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin.

Bi gotina Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di wê bombebaranê de 12 kes hatin kuştin ku jin û zarok jî di nav de hene.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku ew lêkolînê li ser wê bûyerê dikin.

Piraniya kesên di êrişên Hemas û Îsraîlê de hatine kuştin, sivîl in.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo ku rê li ber berfirehbûna şer bigire, çû serdana şeş welatên Rojhilata Navîn û li Erebistana Siûdiyê xwest ku sivîl nebine armanc.

“Divê em bi hev re bixebitin”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser şerê Hemas û Îsraîlê got:

“Mafê rewa yê Îsraîlê ye ku xelkê xwe biparêze û hewl bide ku ev yek careke din nebe, herwiha gelekî girîng e çavên me hemûyan li ser xelkê sivîl be.

Lewma ji bo avakirina navçeyeke selamet li Xezeyê û vekirina korîdorekê ji bo ku alîkariyên mirovî bigihêjin xelkê divê em bi hev re bixebitin.”

Top û mûşekên Hemasê jî li Îsraîlê ve ranewestiyane.

Serkirdeyê Hemasê Îsmaîl Heniye ji xelkê Xezeyê xwest ku malên xwe vala nekin.

Artêşa Îsraîlê, Hemas bi wê yekê tometbar kir ku rêgiriyê li ber derketina xelkê Xezeyê dike.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îsraîlê, li wê yekê mikur hat ku îstixbarata welatê wî di hestpêkirina êrişa Hemasê de bi ser neket û diyar kir ku ti danûstandin bi Hemasê re nînin.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi li ser armanca welatê xwe got:

“Armanca me ew e ku rewşekê dirust bikin êdî Hemas tevgerên wiha neke ku êrişî ser Kerta Xezeyê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst