Gelo Hizbulah dest bi şer dike?

15-09-2024
Nîşan Hizbulah Şer Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê got, “Heke Îsraîl biryara şer bide em dê jî bersiva wê bi şer bidin.”

NNAyê ragihand ku Naîm Qasim li Beyrûta paytexta Libnanê di merasîmekê de biryara Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya “berfirehkirina şer” nirxand.

“Em dê bersiva şer bi şer bidin”

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê got ku ew ji gefên Netanyahu natirsin û li pey çû:

“Plana me ya destpêkirina şer nîne le heke Îsraîl vê bike em dê bersiva şer bi şer bidin.

Dê xisara me jî û ya wan jî gelekî mezin be.”

Naîm Qasim diyar kir ku dê şerekî nû bibe sedema pêleke din a koçê û got, “Ji bo ku yên li bakur vegerin malên xwe divê şerê li Xezeyê biqede.”

Qasim diyar kir ku Îsraîl sivîlan jî dike hedef û got, “Heke ew sivîlan bike hedef dê êrişên me jî zêde bibin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu 12ê Îlonê gotibû, “Nêta Îsraîlê heye ku li aniya bakur operasyoneke berfireh û bihêz bike.”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir Hizbulaha Libnanê û Îsraîl jî gelek caran êrişî hev dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst