Tirkiye 2 Iraqiyên tohmetbarê DAIŞê deport dike

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar hat dayîn ku ew du Iraqiyên di operasyoneke dijî DAIŞê de li parêzgeha Samsunê ya Tirkiyê hatin desteserkirin, bên deportkirin.

Medya fermî ya Tirkiyê belavkiriye, karûbarên yasayî yên derbarê wan herdu welatiyên bi esil Iraqî de temam bûne ku ji aliyê Tîmên Antî-Terorê ser bi Rêveberiya Asayîşa Samsunê ve hatibûn desteserkirin.

Gumanbar li ser biryara Dozgeriya Giştî bi armanca deportkirinê radestî Şûbeya Rûbirûbûna Qeçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînor hatin kirin.

Di wê operasyonê de ku roja 7ê Îlonê li bajarokên Atakum, Îlkadim û Canik hat kirin, du Iraqî bi tohmeta ku berê li Iraq û Sûriyê, çalakî di nav rêzên DAIŞê de kirine, hatibûn desteserkirin.