Hewas Egîd: Biryara dûrxistina min a ji kar bi fermî nehatiye standin

15-09-2020
RÛDAW
Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî li şûna He was Egîd erebek bi cih kiriye
Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî li şûna He was Egîd erebek bi cih kiriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Hewas Egîd, ku Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî li şûna wî erebek bi cîh kiriye, ragihand ku heta niha ew biryar bi fermî nehate standin.

Endamê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Hewas Egîd ku di heman demê de endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bi Rojvayê Kurdistanê bû û têkildarî biryara Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî a cihkirina kesekî ereb li şûna wî axivî.

Nesir Herîrî di civîna roja Yekşemê 13ê Îlonê li Stenbolê de bi biryarekê kesekî Ereb li şûna endamê Kurd ê desteya siyasî ya opozisyonê û endamê ENKSê Hewas Egîd diyar kiribû.

Derbarê wê biryarê de Hewas Egîd got: “Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê dema ew biryar da di heman rojê de ligel min peywendî danî û ez agahdar kirim, lê mixabin wî ew biryar bi serê xwe daye û beyî qebûkirina desteyên peywendîdar ên di nav Îtîlafê de ne ew biryar daye. Herwiha nûnerên Encûmenê (ENKS) yên di desteya serokatiyê de ne agahdar bûn, min ew ji biryarê aghdar kirin.”

Hewas Egîd diyar kir ku gotûbêj hêj li ser wê biryarê berdewam in û wiha pê de çû: “Du beş hene yek a beşa rêkxistinê ya di nava Îtîlafê de ye û beşa din jî a di nava Destaya Danûstandinan de ye. Heta ev biryar were cîbicîkirin divê nakokiyên di nava Îtîlafê de çareser bibin. Biyara Encûmena Kurdî di vê mijarê de zelal û ew yek nayê qebûlkirin û danûstandin ji bo çareserkirinê têne kirin.”

Egîd destnîşan kir ku biryar heta niha weke fermî nehatiye qebûlkirin û got ku heta ew biryar di nav Desteya Danûstandinan de cîbicî bibe, divê ji endamên desteyê ji sedî 51 erê bikin ku nûnerê nû were qebûlkirin.

Bi gotina Egîd endamên Desteya Danûstandinan jî nerazîbûna xwe li dijî wê biryarê nîşan dane û wê biryare weke rewa nabînin.

Endamê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê tekez kir ku ENKS dê li ser kar û xebatên xwe berdewam be û dê kes nekare wê paşguh bike.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl pêştir gotibû eger biryara danîna kesekî li şûna endamê ENKS di desteya danûstandinê ya opozisyonê de neyê hilweşandin ENKS dê helwestekî cudatir nîşan bide û destnîşan kiribû, “bijardeyên din li ber destê ENKSê hene.”

Derbarê bijardeyan de jî, Mihemed Îsmaîl gotibû: “Hemû beşên opozisyonê li ber me vekirî ne, Platfroma Qahîre heye û Platforma Moskowê heye û em weke beşekeî taybetmend û weke Encûmena Niştimanî ya Kurdî di desteya danûstandinan de ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst