Fatih Yıldız: Xeta petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê bo Tirkiyê stratejîk e

15-09-2019
Nîşan Tirkiye Artêşa Iraqê Kerkûk Kerkûk-Ceyhan Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Fatih Yıldız ragihand ku karkirina li ser xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê yek ji karên herî li pêş ê stratejiya Tirkiyê ye.

Balyozê Tirkiyê yê Iraqê Fatih Yıldız li Bexdayê di çarçoveya “Didara Enerjiyê ya Iraqê” de beşdarî paneleke bû û têde ragihand ku xeta ragihand ku karkirina xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê di stratejiya Tirkiyê de ji yek karên sereke ye.

Fatih Yildiz got: “Dubare karkirina li ser xeta berê ya boriya Kerkûk-Ceyhanê û piştîvanîkirin bo danîna xeteke din a nû yek ji karên herî li pêş ê stratejiya Tirkiyê ye.”

Yildiz tekez kirk u peywendiyên enerjiyê yên navbera Tirkiye û Iraqê ne tenê di warê petrolê de ne û got, lê dabînkirina elektrîkê bo bajarên nêzîkê sînoran bi taybetî dabînkirina elektrîkê bo Mûsilê erkekî din ê Tirkiyê ye.

Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê li ser vê mijar, wiha axivî: “Têkiliyeka me ya din bi Iraqê re elektrîk e. Tirkiye dixwaze elektirîkê bide Iraqê. Astengiya di peşiya me de yek jê ew e ku li aliyê Iraqê di xetên veguhestina elektrîkê de kêmasî hene. Eger ev kêmasî bêne çareserkirin, di dema pêşiya me de, di serî de Mûsil û deverên ku nêzî Tirkiyê ne, em dê elektrîkê bidin wan herêman.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst