Yaşar Guler li ser PKK, YNK û Rojavayê çi got?

2 demjimêr berê
Nîşan Yaşar Guler PKK YNK PYD Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Rojavayê Kurdistanê axivî.

Yaşar Guler şeva borî beşdarî bernameya televîzyoneke Tirkiyeyê bû û derbarê Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê û PKKyê axivî.

Yaşar Guler îdia kir ku YNK tevî hemû hişyariyan wan jî pêwendiyên xwe yên bi PKKyê re xurt dike.

Tirkiye ji sala 2018an ve bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê ketiye Başûrê Kurdistanê û gav bi gav cihê xwe berfirehtir dike.

“Em êdî venagerin”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê anî ziman ku ew êdî venagerin û wiha axivî:

“PKK rêxistinek e ku bûye bela serê welatê me. Hêzên me yên ewlehiyê bi çalakiyên serkeftî tekoşîneke bibandor dikin.

Em êdî venagerin, rêxistin cihê ku li wan e ji neçarî dihêle û diçe.

Hemû armanca me girtina kilîdê ye. Em berî 2 sal û nîvan ketin Zapê. Em bi hewla leşkerên xwe heta îro hatin.”

Îraqê bi hinceta ku “pêwendiya wan bi PKKyê re heye” 3 partiyên siyasî girtibûn.

Guler bal kişand ser vê mijarê û got, “Hikûmeta Îraqê 3 partiyên ku ji aliyê PKKyê ve hatibûn avakirin qedexe kirin û dest danî ser mal û milkên wan.”

“YNK pêwendiyên xwe yên bi PKKyê re xurt dike”

Guler behsa Silêmaniyê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî kir û ev tişt gotin:

“Mixabin li gorî zanyariyên me YNK pêwendiyên xwe yên bi PKKyê re xurt dike. Hikûmeta Îraqê jî ji vê yekê aciz e.

Tevî ku birêz serokkomarê me, wezîrê me yê karên derve û ez çend caran li ser vê mijarê axivîn jî kesê li serê YNKyê çalakiyên xwe yên di vê mijarê de didomîne.

Di vê dema ku pêwendiyên Hikûmeta Îraqê û Tirkiyeyê hewqasî baş in, dixwazin welêt ji rêxistina terorê rizgar bikin, nayê qebûlkirin ku komeke din hîn zêde nêzîkî rêxistina terorê bibe.

Îraq jî bi qasî me ji destê van mirovan dikişîne.

Hêviya me ew e, kesayetê li wê derê rojekê berî rojekê pêwendiyên xwe yên bi rêxistina terorê re qut bike û bi Tirkiye û welatê xwe re bibe dost. Li gorî min helwesta herî baş ev e.”

Vekîşîna ji Rojavayê Kurdistanê

Guler amaje pê kir ku ji bo vekişîna ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şertên wan hene û wiha axivî:

“Serokkomarê me dibêje, ‘Em dikarin bi Sûriyeyê re dest bi hevdîtinên aştiyê bikin.’

Rejîma Sûriyeyê dibêje, ji bo destpêkirinê şertên me hene. Dibêje, ‘Eger hûn dîroka vekişînê diyar bikin, em dikarin hevdîtinê bikin.’

Em vê yekê bi rengê ‘Ez naxwazim aramî û aştî vegere’ fêm dikin.

Em jî dibêjin, destûreke berfireh qebûl bike, hilbijartinên xwe yên azad bike û di encamê de eger kî bû desthilat, em amade ne bi wî re bixebitin.”

“Bi aqilê me dilîzîn”

Yaşar Guler got ku “Amerîka bi aqilê wan dilîze” û berdewam kir:

 “Li Sûriyeyê ji berê de tiştekî bi navê PYDyê nîne, bi giştî PKK bi xwe ye.

Ev ne tiştekî wiha ye ku neyê fêmkirin. Dostên me ji me re dibêjin, ‘Ji bo têkoşîna bi DAIŞê re pêwîstiya me bi hêzê heye.’

Min bi xwe bi eşkereyî ji dostên me yên Amerîkî re pêşniyar kir, ‘Bi rastî tu dixwazî li dijî DAIŞê têbikoşî?’ Wan got, ‘Erê.’

Min jî got, ‘Wê demê pêwîstiya te bi çi qas hêza leşkerî hebe em dê bidin te.’

Lê vê carê jî bêdeng bûne. Wan qet tiştek negotiye. Em hevpeymanê NATOyê ne lê tiştê ku tê kirin ji me re wiha tê ku bi aqilê me dilîzin.”

"Amerîka dê sîstema parastina asmanî radestî PYDyê bike"

Guler angaşt kir ku “Amerîka dê sîstema parastina asmanî radestî PYDyê bike” û li pey çû:

“Amerîkî li bakurê Sûriyeyê ne, çekdarên Îranê jî li wê derê ne.

Wan ji bo parastina baregehên xwe ji mûşek û roketan anîne.

Em dibihîzin ku hinek PYDyiyan perwerde dikin. Em vê yekê qebûl nakin.

Em wiha difikirin, ‘Dema tu sibe yan du sibe ji wê derê çûyî, tu yê wan sîsteman radestî wan bikî û biçî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst