Îsraîlê bazirganekî nêzîkî Beşar Esed kuşt

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bera Qatircî Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazirganekî mezin ê nêzîkî Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di êrîşeke Îsraîlê de hat kuştin.

Bazirganê navdar ê nêzîkî Serokê Sûriyeyê Bera Qatirçî bi dronê li nêzîkî sînorê Lubnanê hat kuştin.

Rewangaha Sûriyayê ya Mafê Mirovan ragihand ku Bera Qatirçî di otomobîla xwe de bûye û li navçeya Sibûre li nîzîkî sînorê Lubnanê, Îsraîlê bi Dronê êrîşî wî kir û ew kuşt.

Bera û Husam Qatirçî birayên hev in û piraniya karên bazirganiyê yên Sûriyê di berjewendiya xwe û Beşar Esed de dikin.

Bera Qatirçî berpirsê dayîna pereyan ê grûpa Rizgarkirina Colanê jî bû.

Ew grûp beriya çend salan ji aliyê Hizbullahê ve hatiye damezrandin.

Mihemed Bera Qatircî kî ye?

Sala 1976an li parêzgeha Reqayê jidayik bû.

Malbata wî ji bajarê El-Babê yê Helebê ye.

Birayê karsaz û parlamenterê Sûriyeyê Husam Qatircî ye.

Şirikê hinek kompanyayan bû:

Grûpa El-Qatircî ya Navdewletî

Kompanyaya Arfada ya petrolê

Zanyarî hene ku bi rêya kompanyayên wî petrol li navxweya Sûriyeyê bi qaçaxî dihat veguhestin

Sala 2018yan Amerîkayê navê wî xist lîsteya cezayan, bi tometa navbeynkariyê di peydakirina petrolê de bi rêya Kompanyaya Arfadayê

Yek ji kesayetiyên ku Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê sala 2021ê ceza li ser wan sepandin, ew jî bi tometa piştgiriya wî ji hikûmeta Sûriyê re.

Hin zanyarî nîşanê bi wê yekê didin ku pêwendiya wî ligel Feyleqa El-Quds û Hizbullah hebû

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst