Pêşniyara Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriyê

9 demjimêr berê
Xalid Cemîl Mihemed
Rêveberiya Xweser dibêje divê pirsgirêk li ser bingeha biryara 2254 bê çareserkirin
Rêveberiya Xweser dibêje divê pirsgirêk li ser bingeha biryara 2254 bê çareserkirin
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Sûriye Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê helwesta xwe li ser hewlên asayîkirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê eşkere kir.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, li beramberî hewlên asayîkirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê, di nîşandana helwesta xwe de berdewam dike.

Ew dibêje, çareseriyeke siyasî li ser bingeha biryara navdewletî ya 2254, dê karibe dawiyê li krîza Sûriyeyê bîne.

“Destwerdana Tirkiyeyê nerênî bû”

Hevserokê Encûmena Demokrat a Gelan a Rêveberiya Xweser Ferîd Etê got:

“Piştî derbasbûna bêhtir ji 13 salan, hebûn û destêwerdana Tirkiyeyê di dosyeya Sûriyeyê de, ji ber gelek sedema nerênî bû.

Dewleta Tirkiyeyê bû sedema rijandina xwîna sedên hezaran ji xelkên Sûriyê, çimkî wê piştgiriya aliyên tundrew kir.

Piştgirî ji Tirkiyeyê ji bo van aliyan dihat, bi gumana ku Tirkiye dê rejîmê li Sûriyeyê biguhere û desthilatê radestî van grûpên radîkal bike.

Piştî vê milmilaniya demdirêj, Serokomarê Tirkiyeyê ragihand ku ew dê pêwendiyên xwe li gel dewleta Sûriyeyê vegerîne wekî berî 2011yan.”

“Nêzîkbûna wan bandorê li ser krîza Sûriyeyê dike”

Ferîd Etê nîşanê bi wê yekê da ku ew asayîkirin ne çare ye ji bo rewşa Sûriyeyê û got:

“Ev nêzîkbûn bandorê li ser krîza Sûriyeyê dike.

Çima, ji ber ku ev nêzîkbûn, tenê ji bo berjewendiyên rêjêmîn desthilatdar e li herdu dewletan, çi li Sûriyeyê be yan jî li Tirkiyeyê be.

Lê em ji dewleta Sûriyeyê dixwazin ku çareseriyekê ji bo doza Sûriyê bibîne û li gelê Sûriyeyê vegere û hevdîtinan li gel hemû aliyên mixalefetê bike, çi yên hundir çi jî yên derve.

Herwiha em dixwazin kongreyeke giştî ji bo Sûriyan bê lidarxistin û doza Sûriyeyê li ser binemayên demokrasiyê çareser bikin.

Lê berjewendiya Tirkiyeyê di wê yekê de nîne ku çareseriyeke demokratîk li Sûriyeyê hebe, ji ber her dem armanca Tirkiyeyê dûrxistina dozên sereke ye û hinartina krîza xwe ya navxwe ji bo derve ye.”

Di van çend rojên dawî de, hikûmeta Tirkiyê gelek hewlan dide ji bo pêkanîna nêzîkbûn û lihevkirinekê li gel hikûmeta Sûriyeyê.

Lê beşek ji mixalefeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser jî li dijî vê gavê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst