Esed: Gelo dê leşker ji axa Sûriyeyê bên vekişandin?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyeyê Beşar Esed derbarê pêwendiyên li gel Tirkiyeyê ragihand ku dê di navberan her du aliyan de bi navbeynkariya hin aliyan hevdîtineke ewlehiyê pêk were.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recepe Tayyîp Erdogan demên dawî çend caran anîbû ziman ku dixwazin pêwendiyên xwe li gel Sûriyeyê baştir bikin û vegerên berî sala 2012an.

Beşar Esed derbarê pêwendiyên ligel Tirkiyeyê ji medyaya welatê xwe re axivî.

Esed diyar kir ku ew hevdîtinekê dixwazin ku di berjewendiya Sûriye û Tirkiyeyê de be.

“Hevdîtin ne girîng e, ya girîng naveroka hevdîtinê ye”

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed wiha got:

“Dê bi navbeynkariya hin aliyan hevdîtineke ewlehiyê pêk were. Ya girîng ew e, gelo ev hevdîtin dê pirsgirêkan bi dawî bike?

Hevdîtin ne girîng e, ya girîng naveroka hevdîtinê ye. Divê em bipirsin çima pêwendiyên me xirab bûn.

Em ji bo her destpêşxeriyekê amade ne. Ti kes li gel cîranan pirsgirêkan naxwaze. Em li ser girîngiya hevdîtinê rijd in.”

Esed herwiha tekez kir ku ya girîng ev e, gelo dê leşker ji axa Sûriyeyê bê vekişandin an na û got:

“Em bi awayekî erênî tev digerin. Lê tenê ne li gorî prensîban, li gorî prensîbên vekirî tev digerin.

Ev prensîb, hiqûqa navdewletî û serwerî ye.”