Siûdiye-Amerîka; Hevbeşiyeke tejî krîz û serdana Biden

15-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî û Amerîka xwedî hevbeşiyekî stratejîk a demdirêj in, lê belê bi sedema krîzên curbicur peywendiyên dualî yên her du welatan di warê neft û ewlehiyê de aloz bûne.

Krîza herî mezin a di navbera her du welatan de di salên dawî de kuştina rojnamevanê muxalîf Cemal Xaşiqcî li konsulxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê ye. Ev bûyera herî girîng e ku siya xwe xistiye ser serdana plankirî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Erebistana Siûdiyê.

Hevkariya her du welatan di 14ê Sibata 1945an de, di dema hevdîtineke dîrokî ya di navbera Şah Ebdulezîz bin Siûd û Serokê Amerîkayê Franklin D Roosevelt de li ser keştiya USS Quincy a li Kanala Suezê hat îmzekirin. Peyman, parastina leşkerî ji bo Keyaniya Erebistana Siûdî di berdêla îmtiyaza gihîştina Amerîkayê bi rezervên neftê yên Siûdiyê garantî kir.

Petrol wekî çekek

Di Cotmeha sala 1973an de, di roja 10mîn a şerê Îsraîl û Ereban de, Riyaz û endamên din ên Ereb ên OPECê (Rêxistina Welatên Hinardekerên Petrolê) petrolê wek çekeke dîplomatîk bikar anîn.

Wan welatan bi zêdekirina bihayan bi rêjeya ji sedî 70, ambargoya petrolê danîn ser welatên ku piştgiriya Îsraîlê dikin, di serî de jî Amerîka.

Hevkariya li ser Seddam

Piştî ku dîktatorê Iraqî Seddam Husên di Tebaxa 1990 de Kuweyt dagîr kir, Riyazê destûr da ku bi sed hezaran leşkerên Amerîkî li axa wê bicih bibin, daku di êrîşa ser Iraqê de beşdare bibin.

Welat di dema Şerê Kendavê yê sala 1991ê de li dijî Seddam wekî bingehek ji bo koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê bû. Di salên li pey wê de, koalîsyonê bicihkirina balafiran li Erebistana Siûdiyê berdewam kir ji bo sepandina "herêma qedexe ya firînê" li ser başûrê Iraqê, vê yekê bingehparêzên misilman ên Erebistana Siûdiyê hêrs kir, ku di nîvê salên 1990-an de du êrîşên dijî DY li ser axa Erebistana Siûdî pêk anîn.

11ê Îlonê

Êrîşên 11ê Îlona 2001ê yên li ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo têkiliyên du alî şikestineke cidî bû. Ji 19 revandiyên ku êrîş pêk anîn,15 jê welatiyên Siûdî bûn. Riyazê êrîş şermezar kir lê bi bêdengî îslama radîkal tawanbar kir. Waşingtonê piraniya leşkerên xwe ji Erebistana Siûdiyê derxistine û derbasî Qeterê kirine.

Krîza pêbaweriyê di bin Obama de

Riyad piştgirî da serhildana li dijî Serokê Sûrî Beşar Esed. Peymana etomî ya sala 2015'an a bi Îranê re, ku ji aliyê DYA û hêzên din ên cîhanê ve hat îmzekirin, baweriya Riyazê bi rêveberiya Obama qels kir.

Têkilî di serdema Trump de xurt bûn

Rêberên Erebistana Siûdiyê bi germî pêşwaziya sondxwarina Donald Trump kirin, û Trump di yekem serdana xwe ya li derveyî welat de di Gulana 2017an de bi germî hat pêşwazîkirin.

Erebistana Siûdî dixwest Îran bê îzolekirin. Amerîka û Erebistana Siûdiyê ji bo firotina çekên Amerîkayê bo Riyazê, bi bihayê zêdetirî 380 milyar dolarî, ku peymanên mezin çêkirine.

Di Cotmeha 2018an de, Xaşiqcî ji aliyê ajanên Siûdî ve li Konsulxaneya Erebistanê ya li Stenbolê hatibû kuştin û piştre hatibû parç parçe kirin. Lê belê têkiliyên di navbera Koşka Spî û Erebistana Siûdiyê dde i bin rêveberiya Trump de tiştek winda neki soz da ku Erebistana Siûdî "wek hevkarek daîmî bimîne".

Biden daxwaza vegerandinê dike

Lê di kampanya xwe ya serketî ya ji bo serokatiyê de, Senator Joe Biden bi giranî Siûdiye di ber kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqçî tawanbar kir.

Di Sibata 2021ê de, mehek piştî ku Biden dest bi wezîfeyê kir, îstixbarata Amerîkayê ragihand ku Prensê Welîehd Mihemed bin Selman fermana "girtin an kuştina" Xaşiqcî daye.

Koşka Spî dibêje, Biden plan dike ku peywendiyên xwe bi Riyazê re vegerîne û li şûna mîratgirê xuya bi Şah Selman re peywendiyê didomîne.

Biden herwiha piştgiriya ji bo kampanyaya esmanî ya Erebistana Siûdî kêm kir,  banga rawestandina şerê di navbera hikûmeta Yemenê û serhildêrên Hûsî yên girêdayî Îranê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst