Keştiyeke veguhastina petrolê li deryaya Sor li ber teqînê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Karê dîplomatan di nava baregeha Netewên Yekgirtîde li New Yorkê dest pê kiriye, ew jî piştî çend mehan ku tevahiya civînan bi rêya online dihatin lidarxistin. Mijara sereke ya civîna îro gotûbêjkirina rewşa teknîkî ya keştiya veguhastina petrolê ya FSO Safer ya li bendera Hudeyde ya Yemenê ye, ku 1 milyon û 100 hezar bermîlên petrolê bar kiriye û metirsî heye ku ji ber kevnbûnê noqmî deryayê bibe û bibe metirsiyek mezin bo ser jîngehê.

Keştiya veguhastina petrolê ya bi navê FSO Safer li Bendera Hudeydiye li rojavayê Yemenê li ser kenarê Deryaya Sor e. Ew keştî di sala 1976 de ji aliyê kompaniya Zosen a Japonî hatiye çêkirin, 362 metre dirêjiya wê û 70 metre panîtiya keştiyê ye. Keştî ji aliyê Hûsiyan ve weke embareke petrolê tê bikaranîn, lewma niha yek milyon û 100 hezar bermîlên petrolê tê de heye.

Lê keştiya Safer gelek kevn e û ji ber rewşa wê ya fîzîkî metirsî heye ku petrol jê biderize û deryayê pîs bike û metirsiyek mezin bo ser jîngeha deryayê çê bike û ji ber wê yekê dibe ku karesateke mirovî û jîngehî ya mezin çê bibe.

Demeke dirêj e ku çakkirin û nûjenkirin ji wê keştiyê re nehatiye kirin û eger heye ku bibe sedema karesateke mirovî û jîngehî ya mezin, lewma Encûmena Asayişa Navdewletî, îro civîneke taybet bi wê dosyeyê lidar dixe.

Ew keştî niha di destê Hûsiyên Yemenê de ye û pêştir civaka navdewletî daxwaz ji Hûsiyan kiribû, rê bidin serdana keştiyê bikin. Ofîsa Wezareta Derve û Welatên Hevberjewendên Brîtnayayê tekez dike: Eger tiştek neyê kirin, divê em çaverê bikin karesateke mezin a jîngehê çê bibe.

Hûsiyan ragihandine, ew bi mercekê rê bi çavdêrên navdewletî didin serdana keştiyê bikin, ku dahata petrola di keştiyê de ji bo fermanberên navçeyên di jêr desthilata wan de be.

Qebûlkirina wê daxwaza Hûsiyan, him pêwîstî bi rizamendiya hikûmeta rewa ya Yemenê ya bi serokatiya Ebid Rebe Mensûr Hadî heye û him pêwîst e Hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Erebistana Siûdiyê li ser razî bibe.

Meha bihorî berpirsên kompaniya niştimanî ya petrola Yemenê hişdarî daye, ku ava deryayê çûye nav kabîna makîneya keştiyê û ew neçar bûne.

Grûpa jîngehparêz a Hilm El Exzer a Yemenî hin wêneyên keştiyê belav kirine, ku di wêneyan de xuya dibe hin beşên keştiyê rizî ne û ji hin cihan keştî şikestî û qelişî ye û ji wan qelîştekan petrolê diçe nav ava deryayê.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Stephane Dujarric derbarê metirsiya wê keştiya petrolê de ragihand: "Ez ji we re radigihênim ku em hêj bi kûrayî derbarê keştiya petrolhilgir a Safir nîgeran in, ku li Bendera Yemenê li ser Deryaya Sor, lengera wê hatiye girêdan, û weke hûn dizanin, yek milyon û 100 hezar bermîl petrol embar kiriye. Ev keştî di rewşeke gelekî xirab de ye."

Eger bê û ew keştî biteqe, karesateke mirovî û jîngehî ya mezin jê encam dide, ku bi gotina şarezayan, bêhtir ji 115 canewerên deryayî li navçeyê jinav dibe û bi gotina şarezayan jî, bêhtir ji 30 salê pêwîst dibe heta ku ava navçeyê pak bibe.

Lewma Encûmena Asayişa Navdewletî îro civîneke taybet bi wê dosyeyê lidar dixe.

Stephane Dujarric dibêje:"Encûmena Asayişa Navdewletî, roja 15yê vê mehê civîneke taybet bi Keştiya Safir lidar dixe. Weke hûn dizanin jî, di Gulana îsal de, av derbasî nav matorên keştiyê bû û eger heye ku biteqe û karesatek dirust bibe."

Keştiya Safir ji sala 1976an ve hatiye dirustkirin, ji sala 2015an ve li jêr destê Hûsiyan e, û ji wê demê ve çakirin û nûjenkirin jê re nehatiye kirin.

Hûsî rê nadin tîmên şareza, ku kêşeyên keştiyê çak bikin û dibêjin bi wî mercî rê didin ku dahata firotina petrola li nav keştiyê, bibe mûçe ji bo karmendên dezgehên navçeyên li jêr kontrola wan.