Urdin pêşwaziyê li vekirina deriyê sînorî yê Nesîb dike

15-07-2018
RÛDAW
Nîşan Ursin Sûriye Deriyê sînorî yê Nesîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya nêzîk ji hikûmketa Urdinê ragihandiye, ku hikûmeta vî welatiyê pêşwaziyê li vekirina deriyê sînorî yê Nesîb li ser sînorê Sûriyê dike.

 

Piştî êrişên wê dawiyê yên artêşa Sûriyê bo ser çend deverên parêzgeha Deraayê û alozbûna rewşa başûrê Sûriyê, bi hezaran koçber li ber wî deriyê sînorî rawestiyabûn û çaverê bûn, ku derbasî Urdinê bibin, lê derî li ber wan nehate vekirin.

 

Medyaya ser bi hikûmeta Urdinê jî belav kiriye, ku hikûmeta wî welatî ragihandiye, ku karwanên bazirganî yên Urdinê amade ne, ku bi rêya deriyê sînorê yê Nesîb derbasî nav xaka Sûriyê bibin.

 

Herwiha Sekreterê Sendîakaya Xwediyên Barhilgirên Urdinê, Mihemed Xêr Eldawûd jî gotiye: “5 hezar barhilgirên urdinî amade ne, ji bo tevgera bazirganî, di navbera herdu welatan de bikin.”

 

Eldawûd daye xuyakirin, bi sedema rawestana barhilgiran, ji 5 salan ve, bi tibaba 735 milyon dînarên urdinî, ziyan gihiştiye tevgera bazirganî ligel Sûriyê.

 

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê, SANA jî heftiya bihorî ragihandibû, ku dê rê li ber karwanên bazirganiyê vebe û dê tevgera bazirganiyê li deriyê sînorî yê Nesîb dest pê bike.

 

Deriyê sînorî yê Nesîb, dikeve navbera Urdin û Sûriyê. Di meha Nîsana 2015an de çekdarên opozisyonê ew deriyê sînorî kontrol kiribûn û di Tîrmeha îsal (2018) de, ev derî kete destê hikûmeta Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst