Bexda û Enqere dê hinardekirina petrola Kurdistanê gotûbêj bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Bexda û Enqerê li hev kirin ku hefteya bê li ser destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê ku ji 25ê Adarê ve bi biryara Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) li Parîsê hatibû rawestandin, bicivin.

Birîkarê Wezareta Petrolê Basim Mihemed Ebadî ji rojnameya Sabah a hikûmeta Iraqê re axivî û got: “Li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê, rêkevtinek ligel Tirkiyê hat kirin ku di 19ê Hezîranê de li Bexdayê hevdîtin pêk were.”

Basim Mihemed Ebadî da zanîn ku derengxistina hinartina petrolê ji ber tamîrkirin û kontrolkirina boriyê ya veguhestina neftê bûye û got: “Herî dawî her du aliyan soz dabûn ku di zûtirîn dem de hinartina petrola Herêma Kurdistanê bidin destpêkirin.”

Ebadî diyar kir ku ew bi rêjeya ku ji aliyê OPECê ve hatiye diyarkirin pabend in û ji bo piştevaniya hevsengiya nirxê petrolê li bazarên cîhanê, rojane 3,3 milyon bermîl petrol ji bendera Besrayê hinarde dikin.

Birîkarê Wezareta Petrolê Basim Mihemed Ebadî herwiha got: “Wezareta Petrolê amade ye rojane 500 hezar bermîlên petrolê bi rêya Herêma Kurdistanê hinarde bike.”

Piştî biryara Dadgeha Bazirganiya Navdewletî li Parîsê ya derbarê hinartin û firotina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê, ji roja 24ê Adara 2023an ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê ve hatiye rawestandin.

Banka Cîhanî hejmara meha Hezîranê ya Rapora Asoya Aboriya Cîhanê berî çend rojan weşandibû û di raporê de li ser aboriya Iraqê jî hatiye gotin ku pêşbînî dihat kirin îsal aborî bi rêjeya ji sedî 4 mezin bibe lê niha pêşbînî tê kirin ku ji sedî 1.1 kêm bibe.

Banka Cîhanî di rapora xwe de kêmbûna aboriya Iraqê bi du faktoran ve girê dide; di çarçoveya OPEC Plusê de kêmkirina kêfî ya berhemanîna petrolê û rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ku rojane nêzîkî 450 hezar bermîlan dike.

Roja 4ê Nîsanê rêkeftineke nû di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmetên Iraqê de li ser hinartina petrola Kurdistanê hatibû îmzekirin.

Tê texmînkirin ku ziyana ji ber rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê zêdetirî 2 milyar dolaran bûye.