Sûriyê beşdarî civîna Wezîrên Encûmena Aborî û Civakî ya Komkara Erebî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Aborû û Bazirganiya Sûriyê beşdarî civîna Wezîrên Encûmena Aborî û Civakî ya Komkara Erebî bû, bang li welatên Erebî kir li Sûriyê weberanînê bikin.

Wezîrê Aborî û Bazirganiya Derve yê Sûriyê Mihemed Samir Xelîl got, Sûriyê amade ye di hemû waran de bi welatên Erebî re kar bike.

Wezîrê Darayî yê Siûdiyê Mihemed Cidaan jî di wê civînê de pêşwazî li vegera Sûriyê ji bo nav komkara Erebî kir û got, ew dixwazin bi Sûriyê re kar bikin.

Piştî 12 salan ji dûrxistinê, îro ji bo yekem car Sûriyê di civîna Wezîrên Encûmena Aborî û Civakî ya Komkara Erebî bû.