Filistîn: Heta niha 63 bingehên hikûmetê hatine bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer yên Artêşa Îsraîlê avayiyeke din li kerta Xezzayê armanc kir û hikûmeta Filistînê dibêje aşkere dike, “Ziyana van pevçûnan gihiştiye 15 milyon dolaran.”

Balafirên şer ên Îsraîlê avahiya Celai bombebaran kir ku 60 xanî û hejmareke ofîsên ragihandinê yên medyaya Erebî û cîhanî li xwe digirt.

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê diyar kir,  “Artêşa Îsraîlê 63 bingehên hikûmetê bombebaran kirine û ziyanên van pevçûnan gihiştine 15 milyon dolaran.”

Wezareta Derve ya Filistînê ragihand, “Hewlên me berdewam in ji bo livandina tevgera civaka navdewletî bo rawestandina vî şerî."

Li aliyê din Wezareta Tendirustî ya Filistînê jî aşkere kir ku ji 10ê Gulanê ve di encama bomberanên Îsraîlê de 145 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1100 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hewlên ji bo rawestina şer jî berdewam in û her di vê çarçovê de Serokê Amerîkayê Joe Biden li gel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Serokê Filistînê Mehmûd Ebas peywendiyên telefonî encam dan.

Li gor zanyariyan Serokwezîrê Îsraîlê di peywendiya telefonî de ji ber piştgiriya bo Îsraîlê spasiyên xwe pêşkêşî Biden kirin û diyar kir ku Îsraîl hewl dide zirar negihije xelkê sivîl û berî ku bomberan pêk bê dem dide ku ew avahî bên valakirin.

Berpirsê Peywendiyên li gel ÎSraîlê di Tevgera Fetih de Husên eş Şêx jî li ser naveroka peywendiya telefonî ya Biden-Ebas ragihand ku dawîn bûyer û pêşhat mijara sereke ya wê peywendiyê bûn.

Serokê Filistînê roja 13ê Gulanê jî li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken peywendî pêk anî bû ji bo şer û pevçûnên li herêmê bi dawî bên.