Îmaratê biryar da ku seferên asmanî yên ber bi Sûriyeyê ve dest pê bikin

15-04-2025
Nîşan Seferên Asmanî Îmarat Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) ragihand ku ew dê dest bi seferên asmanî yên ber bi Sûriyeyê ve bikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Îmaratê (WAM), hevahengiya hevpar a ji bo gavên pêwîst ji bo destpêkirina ducare ya seferan di navbera her du welatan de berdewam dike.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Saziya Giştî ya Firokevaniya Sivîl a Îmaratê ragihandiye ku seferên di navbera Îmarat û Sûriyeyê de dê ji nû ve dest pê bikin.

Li gorî saziyê, hewldanên hevahengiyê yên hevpar ji bo temamkirina rêkaran a pêwîst ji bo destpêkirina ducare ya seferên piştî 13 salan berdewam dikin.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer 13ê mehê bi serdaneke fermî çû Îmaratê û bi Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayed Al Nehyan re hevdîtin kir.

Piştî ku li Sûriyeyê desthilata Beasê rûxiya Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ji nû ve dest bi xebatê kir.

Balafireke rêwiyan a Rêxistina Firokevaniyê ya Sûriyeyê 18ê Kanûn Pêşîn a 2024an ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê seferên ewil ên navxweyî ber bi Helebê ve pêk anî.

Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê 7ê Kanûna Paşîn a 2025an ji bo seferên navneteweyî hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst