Şêniyên Kiryat Shmonayê behsa şeva êrişa Îranê dikin: ‘Me şeveke xedar derbas kir!’

15-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îranê roja şemiyê bi dronên bombebarkirî û mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Şeva şemiyê û berê sibeha yekşemê ji bo şêniyên bajarê Kiryat Shmonayê yê Îsraîlê demeke dirêj bû ku nediqediya.

Tevî ku piraniya mûşek û dronên Îranê li asman hatin teqandin jî xelk di nava tirs û xofeke mezin de bû.

Du rojan piştî êrişê, hîn jî xelkê bajêr di şokê de ye û ew dernakevin derve.

"Dengê kesekî nayê"

Şêniya bajarê Kiryat Shmonayê Luda Tarnopolskiyê li ser şeva êrişê got:

“Mixabin em li bajêr xelkê nabînin. Tu digerî dengê kesekî nayê, bi tirs e.”

Şeva êrişê hawara xelkê li hin cihan tevlî dengê mûşekên balîstîk bû.

Îranê zêdetirî 185 dron û 36 mûşekên krûz avêtin Îsraîlê û di encamê de 20 kes rakirin nexweşxaneyê û keçeke 7 salî jî birîndar bû.

Tevî ku Îsraîl dibêje wan ji sedî 99ê êrişê têk biriye jî lê tirsa êrişê bi ser asta zererên wê de zal bûye.

“Me şeveke xedar derbas kir”

Şêniyê bajarê Kiryat Shmonayê Yossi Amado jî anî ziman:

“Me şeveke xedar derbas kir. Dema me bihîst ku dron ber bi Îsraîlê ve bi rê ketine ez bawer im demjimêr derdora 11an bû.

Em li malê bûn lê ez ji ber keça xwe ya li Tel Evîvê dilgiran bûm.

Tevahiya Îsraîlê di bin êrişê de bû lê kêfxweş im ku em rizgar bûn.”

Îranê ragihand ku dawî li êrişên xwe yên li Îsraîlê aniye lê dibe ku heta demeke nediyar şêniyên Kiryat Shmonayê di bin topbaran û mûşekbaranan de bimînin.

Kiryat Shmona hevsînorê Libnanê ye û ji ber mûşekbaranên Hizbulaha Libnanê 22 hezar kes ji bajarê xwe derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst