Yemen- Kendav pêşwaziyê li biryara Encumena Ewlekariyê dike

15-04-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan- Erebistana Siûdiyê pêşwazî li biryara Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê ya taybet bi Yemenê kir û ragihand ku ligel operasyonên leşkerî, hewlên diplomatîk jî pêwîst in ji bo ku aramî û ewlekarî li Yemenê vegere.


Berdevkê hevpeymaniya li dijî Hûsiyên Yemenê, Ehmed Isêrî di kongreyeke rojnamevaniyê de got: “Divê guvaşên zêdetir li ser Elî Ebdilla Salih bên kirin ji bo rewşa Yemenê zêdetir aloz neke.”


Bi gotina Isêrî, Salih û Hûsî metirsî ne li ser gelê Yemenê.


Duhî Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê biryara taybet bi Yemenê pejirand, ku her yek ji serkirdeyê Hûsiyan, Ebdilmelik Hûsî û kurê serokê berê yê Yemenê, Ehmed Elî Ebdilla Salih ceza kirin, herwiha şandina çekan ji bo Hûsiyan jî qedexe kir.

Berdevkê hevpeymaniya erebî diyar kir ku ewê operasyonên xwe li dijî Hûsiyan berdewam bikin heta ku bigihin armanca xwe ya destnîşankirî.

Ehmed Isêrî bal kişand ku her dema pêwîst bike, ewê êrişa bejayî jî pêk bînin.

Herwiha Encumena Hevkariyê ya Kendavê pêşwazî li biryara Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê kir û wek nameyeke diyar û bi hêz ya yekîtiya civaka navdewletî ji bo piştgirîkirina serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî da zanîn.

Sekreterê giştî yên Encumena Hevkariya Kendavê, Ebdiletîf Zeyanî di daxuyaniyekê de daxwaz ji civaka Yemenê kir ku biryarên Encumena Ewlekariyê bi cî bikin, herwiha got, civaka navdewletî nîşan dan ku ew di piştgirîkirina gelê Yemenê de ciddî ye.

Zeyanî bal kişand ku ew li bendê ne ew biryara navdwletî ewlekarî û aramiyê li Yemenê vegerîne û piştgiriyê bide serkirdayetiya wê ya rewa.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst