Balyozê Urdun li Lîbyayê hat revandin


Hewlêr (Rûdaw)- Balyozê Urdunê li Terablusê hat revandin û şofêrê wî birînar bû. hevjîna balyoz dibêje ku kesên mêrê wê revandine telefona osfîsa wî kirine û gotine ku rewşa wî baş e.

Televizyona Skynews a erebî li ser zarê çavkaniyên fermî yên Urdunê belav kiriye ku balyozê Urdunê li Lîbyayê Fewaz el-Îtan li nêzîk Bazara Sêşemê li rojavayê paytexta Lîbya Terablusê ji aliyê çend kesên nenas ku rûyê wan nuxymandîbû, hat revandin.

Hevjîna el-Îtan ji heman televizyonê re ragihand ku kesên mêrê wê revandin telefona ofîsa wî kirine û gotine ku ew baş e.

Hevjîna el-Îtan herwiha got ku ev cara yekem e mêrê wê bi karwaneke ku tenê ji 2 otombîlan pêk tê derdikeve.

Wê herwiha aşkere kir ku otombîleke ji curê BMW û otombîleke din rê li otombîla el-Îtan girtin û şofêrê wî birîndar kirin.