Îsraîlê êrişî xelkê li benda alîkariyê kir: Bi dehan kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê, li Xezeyê êrişî xelkê li benda alîkariyê kiriye.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, di vê êrişê de 20 kes hatine kuştin û 155 kes birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, bûyerê li Xaçerêya Kuwêtê ya li Xezeyê rû daye û êrişî wan kesan hatiye kirin ku ji bo alîkariyên mirovî di dorê de bûn.

Amaje pê hat dayîn ku birînên hinek birîndaran xedar in û dibe ku hejmara miriyan zêde dibe.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê jî da zanîn ku bi dehan kuştî û birîndar hene.

Li hêla din, gelek ajansên biyanî da zanîn ku herî kêm 29 kuştî hene.