Îsraîl: Yekparçebûna Sûriyê xeyal e

Washington (Rûdaw) – Wezîrê Parastina Îsraîlê Moşe Yaalon li paytextê Amerîka bajarê Washingtonê ve ragihand, bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê û dabînkirina ewlehî û îstiqrara deverê pêwîst e Kurd bibin xwediyê dewleta xwe. Moşe Yaalon herwiha got, ti rêyek bo yekparçemana Sûriyê nemaye.

 

Roja duşemî 14ê Adarê Navenda Woodrow Wilson li paytextê Amerîkayê bajarê Washingtonê panêlek bo Wezîrê Parastina Îsraîlê Moşe Yaalon li dar xist.

 

Moşe Yaalon di axavtinekê de ragihand, bo yekparçemana Sûriyê ti rêyek nemaye.

 

Yaalon got, rewşa Rojhilata Navîn gihîştiye asteke ewqas metirsîdar û ne ewle ku renge cîbicîkirina sozên Serokê Amerîkayê Woodrow Wilson yê dema şerê cîhanî yê duyem tekane rêya çareserkirina pirsgirêkan be.

 

Yaalon herwiha ji Rûdawê re got: “Ti rêyek nîne ku Sûriye bi yekparçeyî bihêle. Ewên ku behsa stratîjek mezin dikin bo Sûriyeke yekgirtî ku Beşar Esed an jî kesek din serokatiya wê bike, jibilî xeyalên vala û pûç tiştek din nîne û ti derfetek bo wê mebestê jî namaye.”

 

Di bersiva pirsyara Rûdawê de, Wezîrê Parastina Îsraîlê li ser axavtinên 2 sal berî niha yên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahou ku bi aşkere piştgîriya xwe bo serxwebûna Kurdistanê nîşan da, jî axivî û got, ku li gor demografiya deverê, ew yek rastiyek e û xizmeta ewlehî û îstiqrara li deverê dike.

 

Moşe Yaalon wiha got: “Demografiya wekhev dibe ku wek bijardeyek be daku cure îstiqrarek were avakirin. Ev hizir di nav Kurdan de rengvedan heye. Niha otonomiya xwe li Iraqê û Sûriyê hene. Em wisa dibînin ku mafê wan e otonomiya xwe hebin. Biryara wê yekê ku gelo ew dibin dewleteke serbixwe yan na, divê li gor rewşên navxweyî û derveyî were dan. Lê belê ew rê îstiqrarê li herêmê çê dike. Ji ber wê jî em piştgîriyê lê dikin.”

 

Daxuyanî û pêşniyara wî berpirsê pilebilind ê Îsraîlî, li dijî peymannameya Sykes-Picot e , ku di sedsalên borî de bê guhdan bi daxwazên gelên weke Kurd, Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên Fransa û Birîtanya û welatên Ewropayê de dabeş kirin.

 

Li ser gotinên Wezîrê Parastina Îsraîlê, Şêwirmendê Berê yê Wezareta Parastina Amerîkayê Harold Roth ji Rûdawê re ragihand: “Her du gelên Kurd û Cihû bi heman rêyê (çarenivîsê) de derbas bûne. Di jêr desthilata çend welatên cuda de jiyan kirine. Di dawiyê de arîşe bo me her du gelan çê bû. Ewa ku ji xwe re baş bû kirin û ji daxwazên me û şiyanên me bo kontrolkirina çarenivîsa me mifa hatiye wergirtin.”

 

Roth bo heyama 20 salan Şêwirmendê Pentagonê bûye.

 

Li ser daxuyaniyên berpirsên Îsraîlê bo piştgîriya Kurdistanê, nêrînên cuda hene. Hinek di wê baweriyê de ne, ji ber ku Kurd li deverê cîranên dijminê Îsraîlê hene, piştgîriya Îsraîlê li serxwebûna Kurdistanê dibe ku zirarên wê zêdetir ji qazancên wê bin.