MHP û AK Partiyê red kir ku pêwendiyên bi Îsraîlê re werin qutkirin

15-02-2024
Nîşan Îsraîl Tirkiye Pêwendî AK Partî MHP Pêşniyarname Redkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyarnameya derbarê Îsraîlê de bi dengên MHP û AK Partiyê hat redkirin

Pêşniyarnameya Partiya Saadetê û Partiya Paşerojê ku bi armanca qutkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin, bi dengên MHP û AK Partiyê hat redkirin.

Partiya Saadetê û Partiya Paşerojê, 13ê Sibatê li dijî “dagirkeriya Îsraîlê” pêşniyarnameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir.

Her du partiyan xwest ku hemû pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îsraîlê re werin rawestandin.

Her du partiyan ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku li dijî Îsraîlê gavan biavêje û pêwendiyên bazirganî û dîplomatîk rawestîne.

Bi dengên MHP û AK Partiyê hat redkirin

Li ser pêşniyarnameya Partiya Saadetê û Partiya Paşerojê deng hat dayîn û pêşniyarname bi dengên parlamenterên MHP û AK Partiyê hat redkirin.

Partiya Saadetê li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî helwesta MHP û AK Partiyê da û got:

“Pêşniyarmaneya me ya Koma Saadet-Paşerojê, bi armanca Îsraîl vegere hiqûqa navdewletî û dagirkeriyê bi dawî bike hatibû dayîn.

Di serî de daxwaza rawestandina pêwendiyên bazirganiyê û avêtina pêngavên pêwîst û dîtina rêyên çareseriyê dikir, ev pêşniyarmane bi dengên AK Partî-MHPyê hat redkirin.”

22ê Çiriya Paşîna 2023yan jî pêşniyarnameya Partiya Saadetê û Partiya Paşerojê ya daxwaza lêkolîn û tesbîtkirina kelûpelên ku hinardeyî Îsraîlê tên kirin, bi dengên AK Partî û MHPyê hatibû redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst