Rapora MASAKê: DAIŞê bi rêya Tirkiyê pere veguhestin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Desteya Lêkolîna Tawanên Darayî ya ser bi Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê (MASAK), pereyên teqemeniyên ku DAIŞê ji Lubnanê kirîne, ji parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê hatine veguhestin.

Wezareta Navxwe û Wezareta Xezîne û Darayî yên Tirkiyê, sala par di çarçoveya “rêgirtin li fînansekirina terorê” de mal û milkê 365 kesan cemidandibûn. Di çarçoveya biryarê de bi îdiaya ku piştgiriya DAIŞê kirine mal û milkê 86 kesan jî hatibû cemidandin. Rapora MASAKê ya 296 rûpelî di Doza Gara Trenê ya Enqerê de jî cih girt.

Li gor raporê, DAIŞê bi rêya Tirkiyê pere veguhestine. Li gor raporê welatiyê Tirkiyê Fayez Alfliti ku bi regez Lubnanî ye, sala 2015ê di ser Lubnanê re fitîlên teqemeniyê firotine DAIŞê û pereyên wan jî li ser navê kompanyayekê ji bajarê Reqayê yê Sûriyê bo Dîloka Bakurê Kurdistanê û ji Dîlokê jî bo Lubnanê hatine veguhestin.

Di raporê de peywendiyên Fayez Alfliti û DAIŞê bi berfirehî cîh digrin. Li gor raporê, Fayez Alfliti ji Tirkiyê bi awayekî neyasayî derbasî Grê Spî bûye û çûye Reqa û Dêre Zorê ligel DAIŞê hevdîtin kirine. Fayez Alfliti, sala 2015ê fitîlên teqemeniyê ji Lubnanê bo DAIŞê şandine û li beramber ji aliyê DAIŞê ve 400 hezar dolar ji Dîlokê bo wî hatine veguhestin. Di raporê de tê destnîşankirin ku Fayez Alfliti heta niha jî serdana Tirkiyê dike û zêdetir li bajarê Edenê dimîne.

Li gor raporê, gelek kesên biyanî ku li Tirkiyê dijîn ji DAIŞê re pere şandine. Chahreddie Omrani yê piştgiriya fînansê dida DAIŞê 5ê Cotmeha 2016ê ji Brîtanyayê hezar û 924 euro ji Abuliezi Abuduhamiti yê li Tirkiyê re şandine.

Dîsan, Yusuf El Elî Elhesenê li bajarê Trabzonê dijî bi gelek kesên biyanî re peywendiya wî hebû ku têkiliya wan bi DAIŞê re hebûnû Yusuf El Elî Elhesen, li Trabzonê pereyên neyasayî yên welatiyên Sûrî vediguhestin. Elhesen, pereyên ji wan kesan werdigirtin bo du kesên li Enqere û Rihayê vediguhestin û pere, bo welatiyê Sûrî Elî Elaliyê ku li Rihayê ji endamtiya DAIŞê biryara desteserkirina wî hebû, dihatin şandin. Wan kesan jî pereyên werdigirtin, bo Kompanya El Hafiz a li Sûriyê vediguhestin.

Di raporê de amaje bi nivîsa MÎTê hatiye kirin, ku rola welatiyên Sûrî, Emmar Salo û Mihemed Salo di veguhestina pereyan bo herêmên şer de hebûye. Emmar Salo û Mihemed Salo ku sala 2019ê li parêzgeha Mereşê dijiyan, dema DAIŞ ji Baxozê hat derxistin pereyekî zêde yê rêxistinê ji herêmê veguhestin. Li gor raporê dibe ku beşeke zêde ya pereyan li hember komîsyoneke zêde bo Tirkiyê hatibin veguhestin.

Di raporê de tê gotin, Hasan Maher Abdullah Abdullahê ku sala 2014ê li bajarê Enbarê yê Iraqê çekdarê DAIŞê bû li Tirkiyê dijî û her meh ji bajarê Samsunê yê Tirkiyê bi rêya Kompanya Şirketul Asia ku xwediyê wê kesên biyanî ne 10-15 dolaran dişîne.

Piştgiriya bo malbatên DAIŞiyan

Li gor raporê kesê bi navê Ahmed Elahmed El Harun, piştî ku tevî rêxistinê bû bi rêya qaşo bazirganiya zêr, piştgiriya aborî bo malbatên DAIŞiyên hatibûn kuştin û hatibûn girtin dikir û bi vê armancê fon ava kiribû. Li Stenbolê gelek dikanên zêringeriyê yên Ahmed Elahmed El Harun hebûn û bi pereyên ji komeleyan berhev dikirin meaşên endamên DAIŞê dida û piştgiriya aborî dida malbatên DAIŞiyan. Ahmed Elahmed El Harun, li bajarê Aksarayê jî ofîseke emlakê vekiribû û ev der ji bo dîtina endamên DAIŞê wek navendeke hevdîtinê bikar dianî. Ahmed Elahmed El Harun, berdewam serdana Iraq û Sûriyê dikir û di rêxistina fînansê ya DAIŞê de yek ji berpirsên diyar bû.

Di raporê de tê destnîşankirin ku Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê ya Tirkiyê MASAK agahdar kiriye ku Ahmed Elahmed El Harun 16ê Kanûna 2019ê hatiye girtin.