Trump ragihand: Li Xezeyê agirbest hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku li Xezeyê agirbest pêk hatiye.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbest hatiye ragihandin.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê eşkera kir ku di navbera Îsraîl û Hemasê de li ser agirbestê lihevkirin çêbûye.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump di parvekirina xwe de anî ziman:

“Li Rojhilata Navîn derbarê dîlan (agirbesta Xezeyê) lihevkirin çêbûye.

Di demeke nêzîk de dê werin berdan. Spas.”

Hemasê sibeha 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li dijî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Îsraîlê jî bersiv da Hemasê û êrişî Xezeyê kir ku ji her du aliyan bi hezaran kes hatin kuştin û dîl hatin girtin.