Li Yemenê bi mûşekan êrişî keştiyekê hat kirin

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Yemen Husî Keştî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Bazirganiya Deryayî ya Qiraliyeta Yekbûyî (UKMTO) ragihand ku li peravên Yemenê bi mûşekan êrişî li keştiyekê hatiye kirin.

CENTCOMê jî ragihand ku ku mûşeka balîstîk a ku ji herêma di bin kontrola Hûsiyan de li Yemenê hatiye avêtin, li keştiya konteynirê ya Amerîkayê ya bi navê "Gibraltar Eagle"yê ketiye.

Di daxuyaniya UKMTOyê de hat destnîşankirin ku qeptan diyar kir ku keştî li nêzîkî bajarê Edenayê yê Yemenê bi mûşekê hatiye xistin.

Li gorî UKMTOyê hişyarî hat dayîn ku keştiyên li derdorê bi baldarî derbas bibin û her çalakiya bi guman ji saziyê re ragihînin.

Li aliyê din Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî der barê êrişê li ser hesabê medyaya civakî Xê daxuyanî da.

CENTCOM got, “Nêzîkî saet 16:00an bi dema Yemenê, çekdarên Hûsiyan ku Îran piştgirîya wan dike, mûşekek ji herêma kontrol dike, avêtin.

Mûşek li keştiya konteynirê ya bi navê 'Gibraltar Eagle'yê ya ji aliyê Amerîkayê ve tê bikaranîn ket.

CENTCOM herwiha da zanîn ku ti zererên canî çênebûne û xisareke mezin jî negihiştiye keştiyê û keştî li ser rêya xwe berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst