Şaredariyên Dîlok û Bexdayê rêkeftinek îmze kirin

15-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Bakurê Kurdistanê Bexda Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin ê Dîlok a Bakurê Kurdistanê û Şaredariya Bexdayê derbarê xizmet û projeyên binesaziyê de rêkftinek îmze kirin.

Parêzgarê Dîlokê Davut Gul û Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Sezer Cihan, serdana paytexta Iraqê bajarê Bexdayê kirin û bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Bexdayê Emmar Mûsa Kazim re civînek saz kirin.

Her du aliyan derbarê xizmetên şaredariyê û projeyên binesaziyê de rêkeftinek îmze kirin.

Şaredarê Bexdayê Emmar Mûsa Kazim ragihand: “Rêkeftina me dê di warê hevkariya sektora xizmetê ya di navbera her du welat û her du bajaren de û pêşketina xizmetên şaredariyê yên Bexdayê de destpêkek e.”

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Sezer Cihan jî got: “Em ji bo rêkeftina di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û Şaredariya Bajarê Mezin a Bexdayê de hatin vê derê. Gelek tiştên di ware çand, perwerde û bazirganiyê de hene ku her du bajar ji hev fêr bibin. Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê di warê sektora xizmetê ya binesaziyê de ji Tirkiyê re mînak e.”

Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyê jî piştî rêkeftinê otombîleke zibil bexşand Şaredariya Bajarê Mezin a Bexdayê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst