The Guardian: 2 hezar çekdarên Sûriyeyî di ser Tirkiyê re bo Lîbyayê tên şandin

15-01-2020
RÛDAW
Nîşan Lîbya Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku bi sedan çekdarên Sûriyeyî di ser Tirkiyê re çûne Lîbyayê. Li gor rojnameya The Guardian a Brîtanî, ew çekdar mehane ji hikûmeta Trablusê 2 hezar dolar werdigirin û Tirkiyê jî soz daye ku nasnameya Tirkî bide wan.

Berî niha jî hatibû ragihandin ku hinek çekdarên girêdayî Tirkiyê yên li dijî hikûmeta Sûriyê şer dikin, di ser Tirkiyê re bo Lîbyayê hatine şandin. Rojnameya The Guardian a Brîtanî nivîsiye ku biryar hatiye dayîn 2 hezar çekdar bo Lîbyayê bên şandin, hinek ji wan gehiştine Lîbyayê û beşek ji wan jî li kampên li Tirkiyê perwerdeya leşkerî werdigirin.

Zanyariyên rojnameyê ku ji çavkaniyên Tirkiye, Sûriye û Lîbyayê wergirtine wiha ne:

-Destpêkê ji Artêşa Millî ya Sûriyê (navê berê Artêşa Azad a Sûriyê) 300 kes, 24ê Kanûnê bi rêya Kilîsê ji Sûriyê derketin. 29ê Kanûnê jî 350 kesên din Sûriye bicîh hiştin.

-Ev çekdar bi firokeyan bo Trablusê hatin veguhestin û li rojhilatê bajêr, li eniya pêş hatin bicihkirin ku di armanca General Xelîfe Hefter de ye.

-Roja 5ê Çile 1350 çekdarên din derbasî Tirkiyê bûn. Li gor The Guardianê, hinek ji wan çekdaran bo Lîbyayê hatine şandin û hinek ji wan jî heta niha li kampên li başûrê Tirkiyê perwerdeya leşkerî dibînin.

-Li gor îdîayê, herî zêde çekdarên Cephet Şamiye dixwazin biçin Lîbyayê.

-Çavkaniyeke rojnameya The Guardianê dibêje, tê plankirin ku çekdarên ji Sûriyê diçin Lîbyayê tevlî lîwayên Umer El-Muxtar bibin.

-Li gor îdîayê, wan çekdaran rasterast ligel hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ya Trablusê girebesteke 6 mehî îmze kirine. Herwiha çavkaniyên Artêşa Millî ya Sûriyê ji rojnameyê re gotine ku çekdarên çûne Lîbyayê dê mehane 2 hezar dolar werbigirin, ku li Sûriyê 450-550 lîreyên Tirkî werdigirtin.

-Îdîayeke din a rojnameyê jî ew e ku çekdarên qebûl kirine ji Sûriyê biçin Lîbyayê, Tirkiyê nasnameya Tirkî daye hemûyan.

-Çekdarên ku ji rojnameyê re axifî ne dibêjin, mesrefa nexweşxaneyê ya çekdarên birîndar Tirkiyê li xwe girtiye û herwiha şandina termên çekdarên ku li Lîbyayê bên kuştin jî di berpirsyariya Tirkiyê de ye.

Li Lîbyayê 2 hikûmet hene

Li Lîbyayê 2 hikûmet hene, yek li Terablusê ye, ku Netewên Yekgirtî û piraniya civaka navdewletî wê hikûmetê wek hikûmeta yasayî û rewa ya Lîbyayê nas dikin û Îxwan Muslimîn, Qeter û Tirkiye piştgiriya wê dikin, ya din jî li bajarê Benxazî ye ku General Xelîfe Hefter serokatiya wê dike û welatên wek Misir, Îmarat, Rûsya û Frensa piştgiriya wê dikin.

Ji %80 axa Lîbyayê di bin kontrola Hikûmeta li Benxazî ya bi serokatiya Xelîfe Hefter de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst