Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Em ji axa Îraq û Sûriyeyê ve, di bin tehdîdê de ne.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li bajarê Eqebeyê yê Urdinê di civîna bi mijara Sûriyeyê de axivî.
Fîdan diyar kir ku pêwîstî bi wê yekê heye ku divê Îsraîl demildest êrişên xwe li Sûriyeyê rawestîne û got:
"Dibe ku rojên pêşiya me, hêsan nebin lê belê wekî Tirkiyeyê em dê meşa xwe ya li gel gelê Sûriyeyê bidomînin."
“PKK dixwaze sûdê wergire”
Hakan Fîdan îdia kir ku Tirkiye li derveyî sînor jî bi gefên êrişan re rûbirû ye û anî ziman:
"Em ji axa Îraq û Sûriyeyê ve, di bin tehdîdê de ne. Ev 10 sal in PKK hewl dide ji kaosa di nava Sûriyeyê de sûdê wergire.
Dixwazin ji nû ve pêkhateya xwe di nava rêxistina HSDyê de bi cih bike.
Em dê wan ji wê derê derxînin û têkoşîna xwe ya li dijî PKKyê bidomînin, her li kû derê bin bila bibin."
“Tirkiye rêzê li mafên Kurdên li Sûriyeyê digire”
Fîdan anî ziman ku ew bi hevpeymanên xwe yên herêmî û navneteweyî re di civînê de li ser van mijaran sekinîn û da zanîn:
"Tirkiye welatek e ku rêzê li mafên Kurdên li Sûriyeyê digire."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê her wiha destnîşan kir ku ew dixwazin Kurdên li Sûriyeyê ji PKKyê veqetînin û ew ji bo parastina mafên Kurdên Sûriyeyê li Şamê, piştgiriya nûnerên rewa yên Kurdên Sûriyeyê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse