Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şeriyê wekî Ebû Mihemed El Colanî tê naskirin got, “Di navbera civaka Kurdan û PKKyê de cudahî heye.”
Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şerî ji televiziyona Erebiyê re axivî û derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.
Ehmed Şerî diyar kir ku ew bi xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê nabe namzed û niha hebûna wî li Şamê bes e.
“Hilbijartin dê bên kirin”
Şerî eşkere kir ku dê li Sûriyeyê hilbijartin bêne kirin û wezareta parastinê dê hemû komên çekdar hilweşîne û çek dê li derveyî desthilata dewletê nemînin.
Derbarê destûra bingehîn jî Ehmed Şerî got:
“Ji bo xwendina destûra Sûriyeyê, komîte û meclisên taybet dê bêne pêkanîn û şêwazê desthilatê dê ji biryara kesên şareza, yasana û gelê Sûriyeyê re bimîne.”
“Di navbera civaka Kurdan û PKKyê de cudahî hene”
Şerî cara ewil derbarê Hêzên Sûriyeta Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser axivî û got:
“Di navbera civaka Kurdan û PKKyê de cudahî hene. Divê hemû komên çekdar ên nav axa Sûriyeyê bên hilweşandin û çek tenê di destê dewleta Sûriyeyê de be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse