Çîroka çekdarên Kurd ên di nava HTŞyê de

Tundreviya rêxistinên wekî El Qaîde û Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) di nav civaka Kurdî de geş nebû lê hejmarek Kurd tevlî van her du rêxistinan bûn.

Piştî ku Eniya Nûsrayê ya bi pêşengiya Ehmed Şera (Ebû Mihemed Colanî) ji DAIŞê cuda bû beşek ji wan derbasî Îdlibê bûn û çûne nav çarçoveya Nûsrayê.

Niha piraniya wan çekdarên tundrev ên DAIŞê di nava Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) de ne.

Ehmed Şera diyar kir ku ji sedî 30ê çekdarên wî ji derveyî Sûriyeyê ne.

Hejmara çekdarên Kurd ên di nav HTŞyê de nêzîkî 300 çekdarî ne ku Belûç û Gîlek jî di nava wan de henelê piraniya wan Kurd in.

Ev rapor kurteyeke raporeke dirêj a hevkarê me Fazil Hewramî ye ku meha Hezîrana 2020an di beşa Îngilîzî ya Rûdawê de hatiye weşandin.

Gotinên yek ji alîkarên Colanî Ebdulrehman Fetahî, nêrîneke giştî li ser rola çekdarên Kurd ên di nava HTŞyê de pêşkeş dike.

Her wiha çekdarekî Kurd ji Laziqiyeyê vîdeoyek li ser “serkeftina” wan li dijî rejîma Beşar Esed belav kir.

Kurd çawa gihiştin HTŞyê? Rola çekdarên Kurd çi ye? Kurd ji kengî ve di nava wê komê de ne?

Ji bo bersiva van pirsan divê em berê xwe bidin ser çawaniya tevlîbûna Kurdan a Heyeta Tehrîr El Şamê.

Destpêka sala 2020an, Rûdawê gelek vîdeo û zanyariyên online li ser Kurdên di nav koma çekdar de bi dest xistin.

Li gorî lêkolîna Rûdawê ya li ser vîdeoyên çekdarên Kurd ên di nava komê de, devera ku ji bo çekdarên Kurd hatiye destnîşankirin, peravên Laziqiye û Tertûsê yên li bakurrojavayê Sûriyeyê ye ku 2 deverên Elewiyan e.

Çekdarên Kurd ji sala 2015an heta niha bi hezaran kîlometre rê çûne û tevlî koma çekdar bûne.

Kesên ku tevlî vê komê bûne, ciwanên ji deverên cuda yên Kurdistanê ne.

Wan bi îdeolojiya serdema El Qaîdeyê û komên girêdayî El Qaîdeyê piştî destpêkirina şerê navxwe li Sûriyeyê berê xwe da wir.

Piştî rûxîna xîlafeta DAIŞê li Sûriyeyê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ve, piraniya wan bi cil û bergên Kurdî di rahênanên HTŞyê de bûn ku 3 milyon kes li herêmên di bin desthilata wan de dijiyan.

Çekdarên HTŞyê ku di nav wan de çekdarên Kurd jî hebûn, li Îdlib û herêmên din tunel çêdikirin, amadekarî dikirin ku êrişî deverên din ên Sûriyeyê bikin û Şamê bi dest bixin.

Di komê de zarokên 12 salî hene

Li gorî lêkolîna Rûdawê ya ji aliyê sernivîserê wê demê yê beşa Îngilîzî Fazil Hewramî ve ku di raporeke 5000 peyvî de bi zimanê Îngilîzî hatiye weşandin, koka Kurdî ya li nav HTŞyê derket holê ku hejmareke berçav ji çekdarên Kurd di nava wê komê de ne.

Tişta balkêş, yek ji wêneyên ku komê li ser platformên xwe yên înternetê belav kiriye, zarokê çekdar ê bi navê Zubêr Kurdî yê 10-12 salî nîşan dide.

Zubêr 16ê Gulana 2020an li Îdlibê hat kuştin. Li gorî rûpela Qadisiyê ya HTŞyê ya Telegramê, zarok bi cil û berg û çekan li herêmên kesk ên Îdlibê derketiye û piştre nûçeya mirina hatiye ragihandin.

Dron, bombe û perwerdeya çekdaran

Di navbera salên 2018 û 2023yan de çek û cebilxane li dijî leşkerên artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ên nêzîkî Sûriyeyê dane çekdarên Kurd.

Di yek ji wan vîdeoyan de, çekdarekî Kurd ê HTŞyê yê bi navê Ebdullah Kurdî, xwe bi otomobîleke bombebarkirî li bajarokê Cercinazê yê Îdlibê xwe bi hêzên Beşar Esed de diteqîne, rûpela komê ya bi navê Abayê bûyer 24ê Kanûna Pêşîn a 2020an belav kiriye.

Di vê navberê de, vîdeoyên din ên berdest nîşan didin ku çekdarên Kurd ji tirsa bombebarana balafirên şer çend tunêlan li nav rêzên HTŞyê ava dikin û di wan tunelan de, hawan, çek û cebilxane têne depokirin. Ew sala 2016an ve ji 2 eniyan ve li rastî şer hatin, ji aliyê DAIŞê û hêzên Beşar Esed ve.

Piştî ku nîvê sala 2016an komeke bi navê Tevgera Koçberên Sunî yên Îranê dilsoziya xwe nîşanî Eniya Nûsrayê da, hejmara Kurdên di nava wê rêxistinê de zêde bû ji ber ku piraniya endamên wê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bûn lê ew ti carî nebûn beşek ji koma Kurdî. Têkiliyên xwe bi cîhadiyên Îranî yên ne Kurd re berdewam kirin.

sala 2016an yek ji kesayetên herî navdar ên cîhadî li Rojhilatê Kurdistanê Ebdulrehman Fetahî çû Sûriyeyê û tevlî refên Eniya Nûsrayê bû, ew jî tevlî koma Kurdî nebû û di beşa Şerîatê ya komê de erkê bi dest xist.

Piştre ku komên nû çûn nav rêzên wan wekî Eniya Fetha Şamê ya Tevgera Koçberên Sunî yên Îranê zêdetir bala xwe da gotar û şîretên Fetahî.

Hejmara çekdarên Kurd di nav HTŞyê de

Hejmara çekdarên Kurd ên di nav HTŞyê de hertim cihê gengeşeyê bû. Niha bi essehî nayê zanîn ka çend çekdarên Kurd di nav rêzên wê de hene, lê li gorî şopandineke berê ya Rûdawê, piştî 2020 hejmara Kurdan di nav vê koma çekdar de gihîştiye 3 hezar çekdaran.

Li gorî şopandina Rûdawê, piştî demeke kurt ji derketina kirîza navxweyî li Sûriyê, pêwendiya liqeke ser bi rêxistina Qaîdeyê bi DAIŞê re hebû.

Berî ku ev liqa rêxistina Qaîdeyê ku Ebû Mihemed Colanî serkirdatiya wê dikir, navê Eniya el-Nusrayê ji xwe re hilbijêre, li deverên cuda, li Rojhilatê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Efxanistan û derên din kesên tundrew çûne nav rêzên wê komê.

Kurdên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên di nav Eniya el-Nusrayê de, piştî kuştina endamekî Kurd ê rêxistinê, komeke Kurdî li ser navê wî ava kirin ku ew jî koma (Grûpa Kosarî) bû.

Gava DAIŞ û Nusra ji hev veqetiyan, ev koma Kurdî jî parçe bû. Hin ji wan bi Nusrayê re man û yên dîtir beyeta xwe dan Ebûbekir Bexdadî, paşê jî beşdarî avakirina ketîbeya Kurdî ya DAIŞê ango Ketîbeya Selahedîn bûn.

“Kosariyên” di nav Eniya el-Nusrayê de, bi heman şêwaza berê û bi heman navê berê, lê bi hejmareke kêmtir karê xwe di nav Nusrayê de domand. Di bihara sala 2015 de, xwe nêzî rêxistina Ensar el Îslamê kirin. Ensar el Îslam di bin zexta DAIŞê de ji Îraqê derketibû û berê xwe dabû Sûriyeyê.

Berovajî qonaxa berê, ev kom bi tevahî tev li rêxistina Ensar el Îslamê bû. Piştî salekê û çend mehan, bi hinceta ku Ensarê wekî pêwîst erk nesipartiye wan û berpirsiyarî nedaye wan, di 2016an de, ji bilî çend kesan, ên din ku hejmara wan li navbera 50-100 kesî bû, ji nav refên Ensarê derketin.

Paşê wan kesan 'Tevgera Suniyên Mihacirên Îranê li Welatê Şamê' ava kir. Her çend ji ber şert û mercên taybet ên Sûriyê, neçar man careke din nêzî Eniya Nusrayê bibin ku hin guhertinên hîmdar tê de hatibûn kirin, her wisa navê rêxistinê jî hatibû guhertin lê ev nêzîkbûn tenê nêzîkbûneke îdeolojîk bû. Ji aliyê rêxistinî ve ew serbixwe tevdigeriyan, tewra al û logoya xwe ya taybet diyar kirin û beşeke medyaya cuda ji Eniya el-Nusrayê bi navê Qadisiyeyê vekirin. Bi vî awayî livûtevgera wan berdewam bû.

Piştî paşvekişîn, zext û bombebarana ser komên çekdar, çekdarên Kurd ji hev bela bûn, lê karîbûn xwe li Hema û Idlibê kom bikin û livûtevgerên wan li wir hebûn.

Kurdên diyar ên ku di nava HTŞyê de hatine kuştin

Di heyama 9 salên borî de, hejmarek ji çekdarên Kurd ên HTŞyê li Hemayê, Îdlib û deverên din hatin kuştin, di nav wan de Kurdên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hene.

Ebû Şikîl Kurdî, Mewlewî Belûçî, Ebûbekir Tewhîdî, Ebû Qaîdî Kurdî, Seyful Îslamî Belûçî, Ebdilreûfî Kurdî, Yûnis Kurdî, Mihemed Fatîh Kurdî û Salim Kurdî, lîste dirêj dibe û tenê di yek daxuyaniya berê ya HTŞyê de behsa kuştina nêzî 300 çekdarên “mihacir” ên Kurd, Belûç û Gîlekî tê kirin ku piraniya wan Kurd in.

Lê ne zelal e piştî 2020 çend Kurdên din di nav wê komê de hatine kuştin, lê zelal e ku erka rakişana Kurdan a nav komê û serpereştîkirin û rahênana wan di stûyê Ebdulrehman Fetahî de bû.

Ebdulrehman Fetahî kî ye?

Ebdulrehman Fetahî Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê ye, şagirtê Ebdulqadir Tewhîdî bû ku Kurdekî Sunî ye û di nîveka salên 1970yî de li Helebceyê xwendiye û paşê li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê geriyaye û xwe nola bangxwaz nîşan daye.

Tewhîdiyê ku Fetahî şagirtê wî bû, piştî rûxandina sîstema paşatiyê li Îranê û sozên ku di çarçoveya şoreşa gelên Îranê de bi wan hatin dayîn negihîşt tu encaman, lewra di dawiya 1984an de damezrandina Tevgera Tewhîdî bo Suniyan li Îranê ragihand. Piştî kampanyaya girtin û dûvçûna endamên tevgerê û îdamkirina sê berpirsên wê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, Ebdilqadir Tewhîdî cîhad ragihand. Hevdem piştî têkdana kampa wan a rahênanê û dûrxistina wan ber bi Hewramanê û nemana ti cihekî ji endamên tevgerê re, livûtevger û cihê karê xwe veguheztin Efxanistanê.

Ji bilî ku endamên wê tevgerê li navçeya Helebceyê jî mabûn û şer dikirin, di nav endamên ku hertim ji cihekî diçûn cihekî din de, Ebdulrehman Fetahî hebû.

Fetahî li sînorên Herêma Kurdistanê bi komeke xwendekaran re waneyên olî dixwend li Ranya her wiha li Qendîlê. Fetahî bi xwe li Idlibê di hevpeyvînekê de ligel rûpelên HTŞyê dibêje:

“Li bihara 1993 min li Ranyayê li dibistaneke olî ya girêdayî Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dest bi dayîna dersên olî kir.” Ew behs dike ku rojên înê li Ranyayê bi Tewhîdî re li ser “cîhad û şer” gotûbêj kiriye.

Tewhîdî wê gavê pê hesiyaye ku wî xwendekarekî dilgerm ji "cîhadê" re dîtiye. Fetahî paşê xwe di nav Qaîde û komên din de dîtiye û di tevahiya salên 2000 heta 2015 de, di rêza wan koman de erka wî ew bû ku mirovan bikişîne "cîhadê".

Çîroka çûna Ebdulrehman Fetahî bo Sûriyê vedigere sala 2015an. Komên Ensar el-Îslam û bermahiyên wan, piştî ku ji zindana Recayî Şehrê derket çû Sûriyê. Ne diyar e çawa gihîştiye Îdlibê, lê destpêka 2015 li Îranê hatiye dîtin û paşê çûye Sûriyê, li wir serpereştiya "bangewaza cîhad"ê ligel rakişana xelkê ji bo nav komê kiriye.

Ebdulrehman Fetahî di çend vîdeoyan de tê dîtin ku gotaran pêşkêşî çekdarên Kurd ên di nav rêzên HTŞyê de dike. Di heyama pênc salên borî de wekî bangxwaz di nav komê de erk û rol pê hatine dayîn û berdewam e.