Lîwayên Qesamê: Me li Xezeyê 10 leşkerên Îsraîlê kuştin

14-12-2023
Nîşan Lîwayên Qesamê Leşkerên Îsraîlê Xeze Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîwayên Qesamê ku şaxa çekdar a Hemasê ye daxuyand, “Me li rojhilatê bajarê Xezeyê 10 leşker û efserên Îsraîlê kuştin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Lîwayên Qesamê de hat gotin ku “berxwedêrên Filistînî” li Taxa Şucaiyeyê û li Kolana Heseneynê ku dikevin rojhilatê Xezeyê, bi teqemeniyan hêzên peyade ên artêşa Îsraîlê kirin hedef.

Di êrişê de herî kêm 10 leşker û efserên artêşa Îsraîlê hatin kuştin.

Li gorî Hemasê, li Şucaiyeyê du tankên "Merkava" yên artêşa Îsraîlê bûn hedefa roketên tankşikên ên "Yasîn 105"ê.

Herwiha li Taxa Şêx Ridwanê 4 tank û 4 wesayîtên leşkerî yên artêşa Îsraîlê jî bûn hedef.

Lîwayên Qesamê da zanîn ku wan li Taxa Ez-Zeytûnê ya ku dikeve başûrrojhilatê Xezeyê jî tankeke Îsraîlê kir armanc.

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê doh ragihandibû ku leşkerên wan li Xezeyê ketine kemînê û di vê kemînê de 10 leşkerên wan hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst