Rêvebirê Giştî yê Rûdawê dê li Kongreya Medyayê ya Cîhanî gotarekê pêşkêş bike

14-11-2023
RÛDAW
Nîşan Kongreya Medyayê ya Cîhanî ya 2023yan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di Kongreya Medyayê ya Cîhanî ya 2023yan de gotarekê pêşkêş bike.

Kongreya Medyayê ya Cîhanî ya 2023yan îro Ebû Dabiya paytexta Îmaratên Erebiyê dest pê kir û dê heta 16 Çiriya Paşîn berdewam be.

Ji seranserê cîhanê rojnameger, rayedar û pisporên medyayê beşdarî kongreyê dibin.

Kongre ji aliyê Capital Events Companya ve tê lidarxistin.

Capital Events Companya beşek e ji Ajansa Nûçeyan a WAM û Gruba ADNECê ye.

Kongre bi dirûşma “Diyarkirina Paşeroja Sektora Medyayê” tê lidarxistin û dê behsa gelek babetên wekî “teknolojiyên dijîtal û hişê çêkirî” were kirin.

Di malperê Kongreya Medyayê ya Cîhanî de hatiye gotin:

“Kongre, ji bo pisporên medyayê derfeteke girîng e da ku ji pêşketin û pirsgirêkên herî dawî yên medyayê agahdar bin.”

Di panel û çalakiyên ku di çarçoveya Kongreya Medyayê ya Cîhanî ya 2023yan bên lidarxistin de, dê şêwaza herî dawî yên pîşesaziya medya û medyaya civakî bêne behskirin.

Herwiha ji bilî vê dê mijarên wekî nûbûnên di teknolojiya hişê çêkirî de, geşedanên teknolojîk û ekîpmanên nû bêne lêkolînkirin.

Zêdetirî 200 rêveberên medyaya cîhanî beşdar dibin

Di kongreya îsal de 13 hezar û 556 kes beşdar dibin ku di nav wan de rêveberên giştî yên 200 kompanyayên medyaya cîhanî jî hene.

Biryar e zêdetirî 170 rêvebir û CEOyên ajansên cîhanê di panelên cuda de li ser gelek mijaran biaxivin.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed dê roja dawî ya kongreyê, di panelekê de gotarekê pêşkêş bike.

Gotara Ako Mihemed bi sernavê “Şêwazên Dahatê yên Berxwedêr di Serdema Dîjîtal de: Diyarkirina Nexşerêyeke Serkeftinê” ye.

Axaftvan dê di panelan de, stratejî û perspektîfên ji bo hilberîna dahatê di serdema pêşkeftina dîjîtal de nîqaş bikin.

Rojane dê 10 panel bên lidarxistin

Ji 172 welatên ku beşdar beşdarî kongreya îsal dibin, 31 welat cara yekem e beşdar dibin.

Di çarçoveya kongreyê de rojane dê 10 panel werin lidarxistin û kesayetiyên girîng ên Îmarat, Rojhilata Navîn û çend welatên din ên cîhanê jî dê biaxivin.

Kongreyê bi axaftina vekirinê ya Wezîrê Pêkvejiyanê yê Îmaratê Şêx Nahyan bin Mubarek El Nahyan dest pê kir.

Di roja yekem a kongreyê de bi giranî mijarên wekî “rola medyayê di belavkirina agahiyan de”, “rêbazên sûdwergirtine ji hişê çêkirî” û “teknolojiya ku li gel metirsiyên xwe derfet dane medyayê” tê nirxandin.

Di panelekê de dê rola navendên lêkolînê ya di xebatên têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de bê nîqaşkirin.

Medyaya wekî qada perwerdeyê

Di panelên roja duyemîn de bi beşdariya ciwanan dê perwerdeya medyayê bê nîqaşkirin.

100 xwendekarên zanîngehê jî dê behsa rola xwe ya di diyarkirina paşeroja çapemeniyê de bikin.

"Teknolojiyên têkder", pêşeroja hilberîna medyayê, pêşxistina jêhatîbûnên ji bo medyayek nûjentir û pêşkêşkirina rastiyan dê mijarên sereke yên panelên girîng ên roja duyemîn bin.

Di heman rojê de, panelek dê rîsk û derfetên teknolojiya îstîxbarata sûnî ya ji bo medyayê were nîqaşkirin.

"Teknolojiyên têkder", paşeroja hilberîna medyayê, pêşxistina jêhatîbûnên ji bo medyayeke nûjentir û pêşkêşkirina rastiyan dê mijarên sereke yên panelên roja duyemîn bin.

Di heman rojê de, panelek dê li ser rîsk û derfetên teknolojiya hişê çêkirî ji bo medyayê be.

Rêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Muhammed wek axaftvan beşdar dibe

Panelên balkêş û girîng dê di roja sêyemîn a Kongreya Medyayê ya Cîhanî ya 2023yan de bên lidarxistin û gelek mijar bên nîqaşkirin.

Dê rola medyayê di pêşxistina çanda hevdu qebûlkirinê de, rûmalkirina bûyerên werzişî, paşeroja rojnamegeriyê bi saya pêşxistina torên civakî û rola jinan di rojnamegeriya werzişî de mijarên hin panelan bin.

Her roja seyêmîn Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed dê di panelekê de gotara xwe ya bi sernavê “Şêwazên Dahatê yên Berxwedêr di Serdema Dîjîtal de: Diyarkirina Nexşerêyeke Serkeftinê” pêşkêş bike.

Rûdaw par beşdarî kongreyê bûbû

Tora Medyayî ya Rûdawê wekî yekemîn medyaya Kurdî beşdarî kongreya par bûbû.

Rûdaw ku yek ji saziyên medyayî yên pêşeng ên Kurdistan, herêm û cîhanê ye, bi armanca ku xwe bi perspektîfên herî dawî yên teknolojîk re bigunce hevkariyên curbicur bi dezgehên medyaya cîhanî re dike.

Tora Medyayî ya Rûdawê di heyama salên borî de bûye yek ji dezgehên medyayî yên herî giring li deverê herwiha bûye xwedî pêgeheke mezin di cîhanê de.

Tora Medyaya Rûdawê êdî ji televizyon û ajansên navdar ên cîhanê re ji bo veguhastina dîmen û agahiyan bûye çavkanî.

Rûdaw endama ENEXê ye ku zêdetirî 50 televîzyonên mezin ên cîhanê endamên wê ne.

Herwiha hevkariyeke stratejîk a Rûdawê bi Ajansa Medyaya Navdewletî ya Amerîkayê re jî heye.

Di hemam demê de Rûdaw bi tora televîzyonê ya cîhanî ya Çînê CTGN, kanala CCTV Plus ya Çînê re û herwiha bi Enstîtuya Lêkolînê ya Qiraliyeta Brîtanî - Chatham House re hevkariyê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst