Hemasê dîmenên leşkera dîl parve kirin: ‘Di êrişa Îsraîlê de mir’

14-11-2023
Nîşan Xeze Lîwayên Qesamê Leşkera Dîl Noa Marciano
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê dîmenên leşkereke dîl a Îsraîlî li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kirin.

Di dîmenan de leşkera dîlgirtî ya bi navê Noa Marciano dibêje, “Ez 19 salî me, 4 roj in ku li vir im. Her cihê Xezeyê tê mûşekbarankirin.

“Têqîn gelekî nêzîkî me ne”

Li cem min hinek dîlên din jî hene. Em ditirsin ku bi mûşekan bimirin. Êdî rawestin.”

Noa Marciano di dîmenan de herwiha bangî artêşa Îsraîlê dike, “Ji kerema xwe re bisekinin, têqîn gelekî nêzîkî me ne.”

Hemasê di dawiya vîdeoyê de, hinek dîmen parve kirin ku kuştina Noa Marcianoyê nîşan didin.

Lîwayên Qesamê ku baskê çekdarî yê Hemasê ye, 9ê Çiriya Paşînê ragihandibû ku Noa Marciano di êrişeke Îsraîlê de hatiye kuştin.

Îsraîlê mirina wê piştrast kir

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) piştrast kir ku Noa Marciano miriye lê bertekeke tund nîşanî daxuyaniya Hemasê da.

“Teroreke derûnî pêk tîne”

Di daxuyaniya Hêzên Parastina Îsraîlê de hat gotin:

“Hemasê berê jî wisa dikir. Bi dîmen û wêneyên dîlan, teroreke derûnî pêk tîne û bi awayekî li derveyî mirovahiyê tevdigere.

Li gorî The Times of Israelê, Hêzên Parastina Îsraîlê ragihand ku ji bo vegerandina dîlan ew hemû rêbazan bi kar tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst