Kampa Cibaliyeyê hat bombebarankirin: Bi dehan kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Kampa Penaberan a Cibaliyeyê ya li bakurê Xezeyê hat bombebarankirin.

 Di vê êrişê de 31 kes hatin kuştin û gelek birîndar hene.  

Piştî êrişên Hamasê yên 7ê Çiriya Pêşînê, Îsraîlê rewşa şer îlan kir û şer di roja 39emîn de berdewam dike.

Artêşa Îsraîlê careke din Kampa Penaberan a Cibaliyeyê ya li bakûrê Xezeyê ye bombebaran kir.

Di vê êrişê de 31 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. 

Li gorî medyaya Filistînê, di vê êrişa li Cibaliyeyê de 12 avahî rûxiyane.

Kampa Cibaliyeyê beriya niha, 31ê Çiriya Pêşîn û 1ê Çiriya Paşînê di navbera 24 demjimêran de 2 caran hatibû bombebarankirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di êrişa yekemîn de herî kêm 100 kes hatibûn kuştin.

Herwiha hat gotin ku di êrişa duyem de bi dehan mirî û birîndar hene lê hejmareke safî nehatibû parvekirin.