Hemasê ji bo berdana dîlan şertên xwe eşkere kirin

14-11-2023
Nîşan Hemas Lîwayên Qesamê Dîl Agirbest Şert
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîwayên Qesamê ku baskê çekdarî yê Hemasê ye, ji bo berdana dîlên Îsraîlî şertên xwe eşkere kirin.

Lîwayên Qesamê da zanîn, ew amade ne ku beramberî agirbesteke 5 rojî dikarin 70 dilên jin û zarok ên Îsraîlî berdin.

Şertên Hemasê ji aliyê berdevkê Lîwayên Qesamê Ebu Ubeyde ve hatin eşkerekirin.

Ebu Ubeyde herwiha destnîşan kir, “Divê Îsraîl di çarçoveya agirbestê de rê bide ku alikariyên mirovî derbasî Xezeyê bibin.”

Tê zanîn ku di destên Hemasê de 239 dîlên Îsraîlî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst