Josep Borell: Em hêvî dikin şerê herêmê negihe Îraqê

Luksemburg (Rûdaw) - Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir ku ew hêvî dikin ku şerê herêmê negihe Îraqê.

Konferansa Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li Luksemburgê tê lidarxistin û mijara serekî ya konferansê şerê Rojhilata Navîn e.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno li Luksembûrgê ye û konferansê dişopîne.

Josep Borell li ser aloziyên herêmê û bandora wê ya li Îraqê pirsên Zinar Şîno bersivandin û wiha got:

“Em bi berdewamî êrişên Hemas, Hizbulahê yên li dijî Îsraîlê şermeza dikin, me êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê jî şermezar kir.

Kî dizane bê ka ew şer digihe kû derê?! Belê bombebaran li Sûriyeyê heye û metirsî heye ku şer derbasî Îraqê jî bibe.

Nabe ku zemîn were amadekirin ku şer derbasî Îraqê bibe. Ya ku heyî besî me ye. Bes bila em hêviyê bixwazin ku şer derbasî welatên din nebe.

Zelal e bê çend hêzên bi wekalet hene, wekî Husiyên Yemenê ku êrişî Îsraîlê dikin.

Em hemû êrişên li dijî Îsraîlê şermezar dikin û em dixwazin bi temamî rê li ber şerê Îsraîl û Îranê bigirin ku dê kareseteke mezin li herêmê durist bike.”

Şerê Xezeyê 7ê Çiriya Pêşîna a 2023yan bi êrişa Hemasê ya li dijî Îsraîlê dest pê kir û Hizbulaha Libnanê, Hûsiyên Yemenê, Berxwedana Îslamî ya Îraqê û komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Sûriyeyê jî êrişî Îsraîlê kir.

Ji 20ê Îlona 2024yan ve şerê Xezeyê derbasî Libnan û Sûriyeyê jî bûye û Îsraîl rojane êrişî baregeh û binkeyên komên çekdar dike. 

Metirsî heye ku Îsraîl êrişî baregehên komên çekdar ên Îraqê jî bike û şer derbasî Îraqê jî bibe.