Îsraîl: 4 leşkerên me hatin kuştin, 58 leşker birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa Hizbulahê de 4 leşkerên wan mirine û 58 leşker jî birîndar bûne.

Hizbulaha Libnanê wesayîtên bêmirov ên hewayî êrişî baregeheke leşkerî ya li başûrê Heyfayê kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di vê êrişê de 4 lşkerên wan hatine kuştin û 58 leşkerên wan jî hatine birîndarkirin ku birînên 7 leşkeran xedar in.

Artêşa destnîşan kir ku hemû leşkerên birîndar li nexweşxaneyên leşkerî tên dermankirin.

Li gorî daxuyaniyê, dê nasnameyên leşkerên kuştî paşê werin eşkerekirin.

Rojnameya Yediot Ahranotê ya Îsraîlê jî daxuyand ku Hizbulahê 2 wesayîtên bêmirov ên hewayî bi rêya deryayê şandine.

Hizbulahê berê ragihandibû ku wan bi dronan êrişî herêma Benjaminê ya Îsraîlê kiriye.

Hizbulahê gotibû ku wan ji bo “piştgirîdayîna gelê Xezeyê û tolhildana Beyrûtê” av êriş encam daye.