Hewlêr (Rûdaw) – Di şerê Hemas û Îsraîlê de heta niha herî kêm 136 kesên biyanî hatine kuştin ku piraniya wan welatiyên Amerîkayê ne.
Li gorî amarên fermî yên welatên ku welatiyên wan li Îsraîl û Xezeyê bûn, di 8 rojên destpêkê yên şerê Hemas û Îsraîlê de 136 kesên biyanî hatine kuştin.
Koşka Spî ya Amerîkayê roja pêncşemê ragihand ku di şerê Hemas û Îsraîlê de 27 welatiyên wan li Îsraîlê hatine kuştin.
Piştî ragihandinê diyar bû ku Amerîka di rêza yekem de ye.
Şerê Îsraîl û Hemasê herwiha bûye sedema windabûn û dîlgirtina hejmarek welatiyên biyanî.
Li gorî amarên fermî yên wan welatan, herî kêm 123 kesên biyanî li Îsraîlê ji aliyê Hemasê ve dîl hatine girtin an jî winda bûne.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî ragihand, “Ji ber şerê Îsraîl û Hemasê 4 jê zarok, 17 welatiyên Fransayên winda bûne.”
Li gorî daxuyaniyên wezaretên karên derve yên wan welatan di şerê Hemas û Îsraîlê de nêzîkî 25 biyanî jî birîndar bûne.
Wezareta Karên Derve ya Taylandê jî bi daxuyaniyekê ragihand, “Di şerê Hemas û Îsraîlê de 16 welatiyên Taylandê birîndar bûne.”
Li gorî vê yekê herî zêde biyaniyên ku birîndar bûne Taylandî ne.
Qurbaniyên biyanî yên şerê Hemas û Îsraîlê ji 34 welatan in:
Amerîka: 27 kuştî, 14 winda
Tayland: 24 kuştî, 16 dîl û 16 birîndar
Fransa: 15 kuştî, 17 winda
Nepal: 10 kuştî
Arjantîn: 7 kuştî, 15 winda
Ukrayna: 7 kuştî, 9 winda û 9 birîndar
Rûsya: 4 kuştî, 6 winda
Brîtanya: 4 kuştî, 13 winda
Şîlî: 4 kuştî û windayek
Awusturya: 3 kuştî û 2 winda
Belarûs: 3 kuştî û windayek
Kanada: 3 kuştî û windayek
Çîn: 3 kuştî, 2 winda
Filîpîn: 3 kuştî, 3 winda
Brezîlya: 3 kuştî
Perû: 2 kuştî û 5 winda
Romanya: 2 kuştî
Efrîkaya Başûr: 2 kuştî
Awustralya: kuştiyek
Azerbaycan: kuştiyek
Kamboçya: kuştiyek
Îrlanda: kuştiyek
Honduras: kuştiyek
Portekîz: kuştiyek û 4 winda
Spanya: kuştiyek û windayek
Swîsre: kuştiyek
Tirkiye: kuştiyek û windayek
Kolombiya: kuştiyek û windayek
Almanya: hejmarek dîl
Meksîka: 2 dîl
Îtalya: 3 winda
Paraguay: 2 winda
Srî Lanka: 2 winda
Tanzanya: 2 winda
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse