Hakan Fîdan li Misirê ye: Mijar aloziyên Filistîn û Îsraîlê bû

14-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hemas Misir Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li Misirê ragihand ku di mijara Filistînê de ew û Misirê wekî hev difikirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî doh gihîşte Kahîreya paytexta Misirê.

Hakan Fîdan îro bi Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebu Xeyt û Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî re civiya.

Piştî hevdîtinên wezîrên karên derve yên Tirkiye û Misirê her du aliyan civîneke çapemeniyê li dar xist.

Rojeva aliyan a sereke pêwendiyên her du welatan ên di mijarê baziraganiyê û aloziyên di navbera Îsraîl û Filistînê de bûn.

Fîdan diyar kir ku di mijara Filistînê de ew û Misirê ji bo çareseriyê wekî hev difikirin.

“Tirkiye û Misir xwedî helwestekê ne”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan anî ziman:

“Di mijara Filistînê de danûstandinên me çêbûn, di hevdîtina me ya îro de jî hat gotûbêjkirin. Li ser pirsgirêka Filistînê Tirkiye û Misir xwedî helwestekê ne.

Bûyerên ku ji 7ê Çiriya Pêşîn ve berdewam dikin demeke dirêj bû di vê astê de nebûn. Bêguman em êrişên ku kesên sivîl dikin armanc û kuştina sivîlan red dikin û şermezar dikin.”

Hakan Fîdan herwiha anî ziman:

“Wek Tirkiye û Misir em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya sînorên 1967an de avakirina dewleteke Filistînê ya ku paytexta wê rojhilatê Qudsê be.

Filistîna wedî axeke yekpar û serwer, yanî du dewletên serbixwe tekane rêya çareseriyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst