Lubnan û Îsraîl danûstandinê derbarê sînorê deryayî de dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Lubnan û Îsraîl amadekariyên destpêkirina gotûbêjan derbarê sînorê deryayî dikin.

Danûstandinên nerasterast di navbera Lubnan û Îsraîlê de, derbarê sînorên deryayî yê herdû welatan ku bi navbênkariya Amerîka ye, destpê dikin. Herdû alî tekez dikin ku ev danûstandin teknîkî ne û ti peywendiya wan bi babeta asayîkirina peywendiyên herdû welatan ve nîne.

Amerîka ji 10 salan ve navbênkariyê di navbera herdû aliyan de dike, di destpêka vê mehê de herdû welat li ser çarçoveyekê bo danûstandinan li hev kirin.

Ev danûstandin di demekê de ne ku Lubnan di kirîzeke aborî ya xirab de derbas dibe bi taybetî piştî cezayên Amerîka li ser çend berpirsên wî welatî di nav de du wezîrê hikûmetê ku nêzîkî Hizbulla ne.

Lubnan bi hêvî ye ku samanên sirûştî yê di sînorê wê deryayî de, alîkariya wê bike ku kirîza aborî derbas bike û deynên xwe ku digihe nêzîkî %170 ya berhemê navxwe bide.

Biryar e danûstandin li cihekî ser bi Neteweyên Yekbûyî li Ras Naqûre birêve biçin, danûstandin bi rêya şandên Amerîka û Neteweyên Yekgirtî dê bêne kirin.

Her yek ji Lubnan û Îsraîl dibêjin, ku 860 kîlometre çargoşe ji ava Deryaya Navîn dikeve sînorê wan yê aborî.