Sîstema perwerdeyê ya Qeterê çawa ye?

14-09-2024
RÛDAW
Sistema perwerdeyê ya Qeterê / Wêne: Ji dîmenan
Sistema perwerdeyê ya Qeterê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Qeter Sistema Perwerdeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qeterê sîstema perwerdeyê di dema 30 salên dawiyê de bi berçav pêş ketiye.

Di sîstema perwerdeyê ya Qeterê de nirxên ciwakî û teknîkên pêşketî û serdemyane yên perwerdeyê hatine tevlîkirin.

Sîstema perwerdeyê giringiyê dide nirxên olî, çandî, teknolojî, dahênan, pêşketinên pîşeyî, hizirkirina rexnegiriyê û hînbûna zimanan.

Bexçeyên zarokan

Zarok li Qeterê di temenê 3-5 salî de diçin bexçeyên zarokan û li wir ji bo dibistanan têne amadekirin.

Her çi qasî ev qonax neçarî nîne lê piraniya malbatan têne handan ku zarokên xwe bişînin.

Li wir bi rêya lîsiktan zarokan fêr dikin û giringiyê bi karînan civakî û fêrbûna zimanên Îngilîzî û Erebî didin.

Qonaxên dibstanê

Zarok ji temenê 6 salî ve diçin dibstanê û ji pola 1ê heta 6an xwendin neçarî ye.

Xwendekar hefteyê 5 rojan diçin dibstanê û her roj ji demijmêr 7:00an heta 13:30î dimînin.

Di her polekê de jî 25-30 xwendekar hene.

Wane

Waneyên serekî ev in: Zimanê Erebî, Îngilîzî, bîrkarî, zanist, civakî, aborî, tekenlojî û ola Îslamê.

Waneyên ne serekî huner, muzîk û perwerdeya bedenê ye.

Rojane 5 heta 7 wane têne xwendin. Her waneyek 45 heta 50 xulekan dirêj dike û piştî her waneyekê 5 deqe bêhnvedan heye.

Mamoste

Roleke mamosteyan a girîng heye lê merc jî hene ji bo kesek bibe mamoste.

Divê mamosteyan bawername û pisporiyeke temam di zimanê Erebî de hebe.

Herwiha divê pisporî di nirxên çandî û olî de hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst