Amerîka: Cîbicîkirina biryara Dadgeha Federal a Iraqê dê bibe sedema krîzeke aborî

14-09-2022
RÛDAW
Nîşan Barbara Leaf Amerîka Dadgeha Federal a Iraqê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka dibêje, biryara Dadgeha Bilind a Iraqê li ser yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê dê metirsiya çûyîna kompanyayên Amerîkî û biyanî durist bike û baweriya bi jîngeha bazirganiya Iraqê ji dest bide. Amerîka pêşniyar dike ku Hewlêr û Bexda nakokiyên xwe yên neft û gazê bi navbeynkariya aliyên sêyemîn çareser bikin. Her wiha diyar kir ku cîbicîkirina biryara Dadgeha Federal a Iraqê dê bibe sedema krîzeke aborî.

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf ku hefteya borî serdana Bexda û Hewlêrê kiribû û bi serkirdeyên siyasî yên her du aliyan re hevdîtin kiribû, îro Çarşemê 14ê Îlona 2022an li baregeha Wezareta Derve ya Amerîka li Dubaî di civîneke rojnamevanî de axivî.

Barbara Leaf diyar kir ku cîbicîkirina biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê dê bibe sedema “krîzeke aborî” got, “Nîgeraniyên Washingtonê ji rayedarên Bexda û Hewlêrê re hatin eşkerekirin ku krîzeke nû ya aborî dê ji krîza siyasî ya niha xirabtir bibe.”

Di meha Tîrmehê de, Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand, sê kompanyayên Amerîkî Baker Hughes, Schlumberger û Halliburton, ji wan re gotine ku piştî bidawîbûna girêbestên wan ew êdî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar nakin. Di meha borî de komeke senatoran daxwaz ji Wezareta Derve ya Amerîkayê kiribûn ku destwerdanê bike ji bo rêgirtin li cîbicîkirina biryarê ji bo parastina berjewendiyên kompanyayên Amerîkî û aboriya Herêma Kurdistanê.

Leaf di konferansa rojnamevanî de ragihand, ti helwesteke Amerîkayê ya yasayî û destûrî li ser biryara Dadgeha Iraqê nîne û anî ziman “Ez gelekî nîgeran im, Washington gelekî nîgeran e. Lezkirina cîbicîkirina vê biryarê dê metirsiya vekişîna kompayayên Amerîkî û yên din ji Iraqê bike ku ev yek dê bibe windakirina pir xirab a baweriyê li jîngeha bazirganiyê ya Iraqê û bi eşkere dikare encamên berfirehtir hebe ku dê bandorê li Herêma Kurdistanê bike.”

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf her wiha got, “Min pêşniyar li berpirsên Bexda û Hewlêrê kir ku danûstandinan bikin da ku ev pirs bi alîyekî sêyem an jî her alîyekî din ve were gotûbêjkirin. Bi vî awayî ew dikarin qadekê ji bo gotûbêjkirina aliyên teknîkî yên pirsê çêbikin, da ku ji bilî hewlên avakirina hikûmetê, gotûbêj li ser qanûna hîdrokarbonê ku her kes qebûl dike ku dereng e û pir girîng e bikin. Bi baweriya min Bexda û Hewlêrê pir baş ew peyam fêhm kirine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst